17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo 2 kurên xwe Nobeda Edaletê digire

Çalakiyên malbatên girtiyan ên Nobeda Edaletê li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê berdewam dike. Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku li Îzmirê 32 roj berê bi 2 malbatan dest pê kiribû, didome. Piştî li Amed û Wanê malbatên girtiyên nexweş dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin, malbatên giriyan ên li Îzmirê jî kom bûn û li Baroya Îzmirê dest bi nobedê kirin. Niha li Baroya Îzmirê her roj ji malbatên girtiyan Medîne Kaymaz, Fatma Surme, Fehîme Poyraz, Hanim Sever, Vesîle Yildirim diçin Baroya Îzmirê û 3 rojan Nobeda Edaletê digirin.

Medîne Kaymaz a 80 salî ji bo kurê xwe Bayram Kaymazê di Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê de ye û heta niha 30 sal in girtî ye Nobeda Edaletê digire.

Xanim Sever, ji bo kurê xwe Medet Sever ê li Girtîgeha Bandirma ya Balikesirê girtî ye Nobeda Edaletê digire.

Fehime Poyraz a ku keça wê Denîz Poyraz li avahiya HDP’ê ya Îzmirê hat qetilkirin ji bo kurê xwe Suleyman Poyraz ê li Girtîgeha Şakranê 11 salin girtî ye Nobeda Edaletê digire.

Vesile Yildirim ji bo kurê xwe Abdurrahman Yildirim ê li Girtîgeha Şakranê 26 salin girtî ye Nobeda Edaletê digire.

Hanife Gumeş jî ji bo kurê xwe Nesîr Gumuş ê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê girtî ye Nobeda Edaletê digire.

Fatma Surme, ji bo kurê xwe Ahmet û Kutbettin Surme Di nobeda Edaletê de ye. Bunyemîn Surme 15 salin girtî ye û niha li Girtîgeha Kiriklarê ye. Ahmet Surme jî 5 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tekîrdagê girtî ye.

Fatma Surme ya li Îzmirê 34 roj in li Baroya ÎzmirêNobeda Edaletê digire têkildarî armanca çalakiya xwe wiha got: “Ji bo tecrîda li ser Îmraliyê bi dawî bibe û hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan me mehek berê li Baroya Îzmirê dest bi Nobeda Edaletê kir. Ji bo tecrîda li ser hemû zindanan û hemû gel rabe me dest bi çalakiyê kir. Li ser gelê bindest û girtiyên zindanan tecrîd heye. Ji bo ev tecrîd rabe em ketin çalakiyê.”

Bi 3 malbatan dest pê kir

Dayika 2 girtiyan Fatma Surme, diyar kir ku wan mehek li pey xwe hişt û wiha axivî: “Em her roj diçin li Baroya Îzmirê 3 saetan Nobeda Edaletê digirin. Me bi 3 malbatan dest pê kir. Ez, Henîfe Gumuş û Menîne Kaymaz em çûn Baroya Îzmirê û me dest bi Nobeda Edaletê kir. Piştre Xanim hat. Niha 2 malbatên din li me zêde bûne. Di serî de sazî û partî nehatin serdana me. Lê di rojên dawî de partî û rêxistinên civakî tên serdanê. Nûnerên komeleyan, partiya HDP’ê û rêxistinên civakî tên serdana me. Malbatên girtiyan û parêzer jî tên serdana me.  Partiyên hatin soz dan me. Diyar kirin ku ev çalakî û rûniştina we çalakiyek pîroz e. Bi çalakiya me kêfxweş bûn. Me ji partiyan re got ‘Heta tecrîd ranebe û zextên li ser zindanan bi dawî nebe, em jî ji vir ranabin’.”

Divê em bi hevre li dijî tecrîdê rabin

Surme, da zanîn ku partiyên siyasî û rêxistinên hatin serdana wan û wiha lê zêde kier: “Me daxwazên xwe bi wan re parve kir.  Me xwest ev zilm û tecrîd bi dawî bibe. Kî dibe bila bibe divê bên tev li vê çalakiyê bibin. Divê em bi hevre li dijî vê tecrîdê derkevin.”

Partiyan soz dan malbatan lê pêk neanîn

Surme, bal kişand ser serdana malbatan a Enqereyê jî û wiha lê zêde kir: “Dayik çûn Enqereyê û serdana partiyên siyasî kirin. Partiyên siyasî soz dan malbatan. Lê ev sozên xwe pêk neanîn. Tu gav neavêtin. Em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Partiyên wekî Saadet, DEVA, Gelecek û CHP soz didin.  Lê sozên xwe pêk neanîn. Bawerî bi wan nayê. Ku bixwazin dikarin bikin. Hêza wan heye. Lê nakin.”

2 kurê wê girtî ne

Fatma Surme, bal kişand ser girtina 2 kurên xwe û wiha lê zêde kir: “Niha 2 kurê min girtî ne. Bunyemîn Surme li Girtîgeha Kirklar a Îzmirê ye. Ahmet Surme jî li Girtîgeha Tekîrdagê ye. Divê girtiyên nexweş serbest bên berdan. Ahmet 5 sal in girtî ye. Bunyemîn jî 15 sal in girtî ye. Dema em diçin serdana girtiyan em pir zor û zahmetiyan dijîn. Zarokên me li zindanan pir zor û zahmetiyan dijîn.  Ji ber ku Bunyemîn li Kiriklarê ye ez mehê carekê diçim dîtina wî. Lê Ahmet li Girtîgeha Tekîrdagê ye. Girtîgeha Tekirdagê dûrî Îzmirê ye. Em 10 saetan diçin û 10 saetan tên. Di çûn û hatinê de 2 rojên me derbas dibin. Zor û zahmetiyên li ser girtîgeha Tekîrdagê pir zê de ne. Hemû mafê wan ên siyasî ji destê wan girtine. Pirtûkan nadin wan. Ahmet Nexweş e. Çavê wî nabînin. Girtiyên nexweş derman nakin. Dema dibin nexweşxaneyê jî di vegerê de davêjin karantînayê. Dîsa dema dibin nexweşxaneyan destê wan kelepçe dikin. Li cem bijîşk jî destê wan kelepçe dikin. Niha rewşa Aysel Tugluk li ber çavan e. Li gel vî halê wê nayê berdan.  Girtiyên li dijî vê yekê derdikevin wan davêjin hucreyê.”

Em hemû malbatên girtiyan bi hevre li dijî tecrîdê rabin

Surme herî dawî bang li hemû malbatên girtiyan kir û wiha axivî: “Li Îzmirê gelek malbatên girtiyan hene. Em ji hemû malbatên girtiyan dixwazin ku em bibin yek. Em dixwazin hemû malbatên girtiyan milên xwe bidin me. Em bi hevre vê tecrîda li ser zindanan rakin. Em bi hevre rabin. Bertekên xwe bînin ziman. Daxwazên xwe bînin ziman. Em bang li partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî dikin ku bên serdana çalakiyê û piştgiriyê bidin çalakiyê. Em bi hatina partiyên siyasî û rêxistinên civakî kêfxweş dibin. Bila malbatên girtiyan werin em bi hevre vê çalakiyê bidomînin. Em dixwazin tecrîd ji ser zindanan rabe.  Em dixwazin her kes li dijî vê zilmê rawestin.”