7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pîroz be

Bihar hat. Demsala kurdan. Her çiqas serma hîn xatir nexwestibe jî kulîlk xwe ber didin. Bêhna biharê tê. Xweza bi fîstanê xwe yê biharê wek rojê hiltê. Bihar tê û li gel vê atmosfera faşîst a mêtingeran jî ji coşa kurdan pariyek jî kêm nabe. Bihar û coşa kurdan li hev tê. Bihar û kurd du evîndarên hev in. Newroz jivana wan e. Hêzên mêtinger wek Bekoyê Ewan her hewl dide vê jivanê têk bibe. Lê di Newroza 2022’yan de jî ji qadên azad heya bajarên berxwedêr bi milyonan Mem û Zîn li Newrozan bûn. Qadên Newrozê ji bo xeyalên mêtingeran cardin bû goristan. Ev yek ji pîrozbahiyên 8’ê Adarê xuya bû û ew ê bi 4’ê Nîsanê berdewam bike. Newroz hezar carî pîroz be.

Di salên 1000’î de fikrên Gazalî pêşî li fîlozofiya îslamê girt. Ev bi xwe jî ji fîlozofiyê ne dûr bû lê encama ramana wî gihişt ku fîlozofî di mijarên metafîzîkê de bêkêr e. Li gorî Gazalî fîlozofî zirarek mezin dida fikra îslamî, nakokiyên mezin hebûn di fîlozofiyê de (Tehafutul-Felasife). Kesên wek Îbn-î Sîna bi kufrê sûcdar dikir. Ji ber van fikrên Gazalî fîlozofiya ku beriya wî şîn dibû, qut bû. Pîştî wî jî kesên ku bi fîlozofiyê daket, ji cîhana îslamî îtîbar nedîtin. Sirgûn bûn. Êdî li Rojhilata Navîn fîlozofî nehat ser xwe. Şîroveyên şaş ên îslamê kir ku erdnigariya îslamê bibe navenda şerên kronîk. Li gel vê yekê li aliyekê din jî fikrên ku li cîhana îslamî de cîh nedî ji xwe re li Ewropayê bi nav û deng bû. Îbn-î Rûşd yek ji wan kesan e ku Ewropa bi riya wî ji fîlozofiya yewnanan bêtir fam kirine. Îbn-î Rûşd bi rexneyên xwe xwestiye cardin fîlozofî bibe metodek sereke (Tehafut et-Tehafut el-Felasife). Lê xeta Gazalî bi ser dikeve. Hezar sal in ev rewşa kambax a fîlozofiyê hîn jî li Rojhilata Navîn berdewam e. Ji ber wê jî ev şerê kronîk jî hîn berdewam e. Modela Rojava hewl dide ev şerê kronîk li van xaka bi dawî bike. Helbet sedema sereke ev e ku di bingeha Şoreşa Rojavayê da metoda fîlozofiyê heye. Gelê kurd fîlozofiyê piştî hezar salan di şexsê Ocalan da tîne li ser xaka qedîm. Niha nîqaşên rojane û cur be cur hebin jî wê dîrok wiha binivîsîne. Ji bo wê jî 4’ê Nîsanê ne tenê ji bo azadiya gelê kurd di heman demê de piştî hezar salî sembola vegera fîlozofiyê ye. Piştî hezar salî li van axa, vejîna fîlozofiyê ye. Ocalan tovên fîlozofiya azadiyê reşand li xaka Kurdistanê, em ê jî darên xwe ji bo wî biçînîn di 4’ê Nîsanê de. Hezar carî pîroz be.

Lê beriya wê, hefteya bîranînên qehremanê Kurdistanê ye. Ji Mazlûman heya Egîdan berxwedan di bîranîna wan da dibe heqîqet û rê li ber me ve dike, riya azadiyê. Heqîqet bi bîranîn e. Bîranîna şehîdên şoreşê ne rîtuelekê metafîzîk e. Xebatekê bîrê ye. Di şexsê wan da ev çend hezar sal in tiştên ku bi serê kurd û Kurdistanê tên, tê bi bîranîn. Şehîdên şoreşê stûna bingehîn a bîrê ye. Bîra kurdan ku mêtingerî her hewl daye bikûmîşîne bi bîranînên şehîdên şoreşê li ser xwe ye. Şehîd hîn li ser kar in: Her yek ji şehîdên şoreşê bûne têgehên azadiyê da ku kurd pê bifikirin û xwe azad bikin.
Newroza we jî pîroz be şehîdên azadiyê !