18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan ciwanekî kurd kuşt

Li navçeya Beylikduzu ya Stenbolê polîsan ciwanê kurd ê 23 salî Erhan Eser kuşt. Polîsan îdea kirin ku li nokteya konrolê ranewestiye û li ser wî gule reşandine. Şevê din li nêzî Nexweşxaneya Dewletê ya Beylîkduzu dema ciwanê kurd Erhan Eser bi maşînê di nokteya polîsan re derbas dibû, polîsan ji pişt ve li ser wî gule reşandin. Di êrişa polîsan de gule li pişta Eser ket û kezeba wî parçe kir. Piştî Eser birîndar bû, hevalê wî Cihan Karakaş û 2 kesên din ên di maşîneyê de Eser rakirin nexweşxaneyê. Lê Eser li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Pismamê Eser Firat Eser, anî ziman ku piştî êrîşê bi lez çû cihê bûyerê û wiha got: “Dema ez çûm cihê bûyerê birayê Eser Bilal Eser çûbû cihê bûyerê. Dema em çûn bi sedan polîs kom bûbûn. Ehliyeta Eser tune bû. Ji ber vê yekê li nokteya polisan ranewestiya. Ji ber Eser li nokteyê ranewestiya polîsan li ser wî gule reşandin. Guleya polîsan li pişta Eser ket û kezeba wî parçe kir. Polîsên gule li ser pismamê min reşandin piştre tu tişt nekirin. Hevalê wî ew xistin hembêza xwe û birin nexweşxaneyê.”

Malbatê piştî cenazeyê Erhan Eser ji nexweşxaneyê wergirtin li Goristana Haraççi ya Arnavutkoyê defin kirin.