5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi piştgiriya welatên Kendavê hewldanên çareseriya şerê li Yemenê

Di bin çavdêriyeke navdewletî û bi piştgiriya welatên Kendavê hevdîtinên aliyên yemenî îro dest pê dike û heta 7’ê nîsanê berdewam dike.

Di van civînan de dê nîqaş li ser xalên leşkerî, siyasî, mirovî, tenduristî û civakî bên kirin.  Armanca hevdîtinên aliyên yemenî ew e ku di destpêkê de derbasekên mirovî ji bo sivîlan werin vekirin.

Sekreterê giştî yê Meclisa hevdîtinên Yemenê Nayif EL Hecref der barê vê hewldfana çareseriyê de wiha got: “ hewldanên ji bo çareseriyê ne nû ne lê ew ji bo teqezkirina ku çareserî di destê yemeniyan de ye bi tevlêbûna aliyên cuda ên yemenî tê lidarxistin”

Hecref bang li hemû aliyên Yemenê kir ku tev li van civanan bibin. Ev hewldan li ser banga welatên Kendavê pêk hat û armêanca wê dîtina çareseriyeke aştyane û siyasî ye da ku dawî li şer û pevçûnên li vî welatî were.