18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Mariopol a Ukraynayê şerê kolanan dest pê kir

Di pêvajoya ku hevdîtina di navbera heyetên Rûsya û Ukraynayê de dîsa bidomin de artêşa Rûsyayê hewl dide ku bajarê Maripol bi temamî bixe bin kontrola xwe. Di roja 34’an a êrîşên Rûsyayê de şerên dijwar li bajarê Mariopol ê Ukraynayê rû didin. Artêşa Rûsyayê hewl dide ku bikeve nava bajarê Mariopolê û vî bajarî bi temamî bixe bin kontrola xwe. Lê artêşa Ukraynayê jî bi hemû hêza xwe hewl dide ku van êrîşan têk bibe, lewre li hin aliyên vî bajarî şerê kolanan dest pê kiriye.

Berdevê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşîkov der barê şer de wiha got: “Me bargehên mezin ên çekan li navçeya Kievê, Jîtomer rûxandin û 2 balafirên artêşa Ukraynayê xistin.”

Ji aliyekî din ve li gorî hin saziyên navnetewêyî ên wekî Rêxistina Efûyê ya Navdewletî diyar kirin ku artêşa Rûsyayê hin bombeyên qedexekirî li bajarên wekî Xireson bikar aniye. Rêxistina mafê mirovan a navdewletî jî anîbû ziman ku hin delîl di destên wan de hene ku Rûsyayê çekên qedexekirî bikar aniye.