17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê PDK alîkariya bi Tirkiyeyê re qebûl neke’

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di 26’ê adarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk wê bi hevkariya PDK’ê êrişekê li ser başûrê Kurdistanê bide destpê kirin. KCK’ê di daxuyaniya xwe de banga “Em bang li Parlementoya başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, saziyên fermî û raya giştî dikin ku li hemberî plana dagirker rabin û PDK’ê hişyar bikin. Em hemû gelê xwe û welatê xwe ji bo vê plana ku tê wateya tiştên xerab agahdar dikin û banga hestiyariyê dikin ku divê PDK tev li vê plana qirêj nebe.”

Mamostayê zanîngehê Hîlmî Resul der barê êriş û plana Tirkiyeyê ya li ser başûrê Kurdistanê ji ROJNEWS’ê re axivî. Hîlmî Resul got ku divê PDK bi navê Hikumeta Herêmê şerê PKK’ê neke û niha divê hizb û kesên pispor li ser vê mijarê PDK’ê hişyar bikin. Resul da zanîn ku ev şer ne şerekî binketin û serketinê ye, ji berk u yên bibin qurban zarokên kurdan e. Ji bo vê jî divê PDK xwe nexe bin barekî wiha de.

Mamosta Hîlmî Resul di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Li gorî PDK’ê parastina herêmê tê wateya parastina binemala Barzanî. Ji ber ku ew parastina malbata xwe bi berjewendiyên gelê kurd re dikin yek û kurdayetî û karê hevbeş li gel PDK’ê bi şert e. PDK di ragihandina xwe de hertim dibêje, her kesê dijî planên wan derbikevin, li dijî berjewendiyên Kurdistanê ne. Lê di sala 1964’an de her kesê ku ne bi wan re bû, weke xiyanetkar bi nav dikirin. Plana êrişeke li ser başûrê Kurdistanê, gelek metirsîdar e. Ji ber ku Tirkiye bikeve kîjan cihî, jê dernakeve.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê