2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polisê kujer beraet kir

Li Amedê, di 11’ê îlona 2019’an de polis Îdrîs Aksoy bi maşîneya zirxî li zarokê 6 salî Efe Tektekîn qelibandibû û Efe kuştibû. Dadgehê di danişîna doza ku der barê polis Aksoy de hatibû vekirin de biryara beraetê da. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Ceza ya Esliyê ya Amedê hat dîtin. Polisê kujer Aksoy ku berdayî dihat darizandin û parêzerê wî Alper Ûgûrlû; parêzerê malbata Tektekîn Sedat Çinar û ji Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Kubra Nûr Kartal û Omer Sansarkan li danişînê amade bûn.

Polîs bi çeka xwe ket salona dadgehê 

Dadger li gel ku hişt polis bi çek û ûnîformayên li ser xwe bikevin eywana danişînê jî destûr da ku tenê 2 rojnameger tevlî danişînê bibin. Di danişînê de dozgerî mutalaaya xwe ku di danişîna beriya niha de pêşkêş kiribû bêyî ku biguherîne careke din pêşkêşî dadgehê kir û ji bo polisê bersûc Aksoy ji 2 salan heta 6 salan cezayê girtîgehê xwest. Polisê kujer Aksoy anî ziman ku wijdanê wî rehet e û daxwaza beraeta xwe kir.

Parêzerê Aksoy jî Efe sûcdar kir û xwest muwekîlê wî bê beraetkirin.

Parêzerê malbata Tektekîn Sedat Çinar, bertek nîşanî parastina Aksoy û parêzerê wî da û diyar kir ku lêpirsîneke bibandor nayê kirin û xwest ku polisê kujer Aksoy bê cezakirin. Parêzerên Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Kubra Nûr Kartal û Omer Sansarkan jî xwestin ku polisê kujer pîşeya wî bê qedexekirin.

Heyeta dadgehê, piştî nirxandinê biryar da ku 5 hezar û 100 TL heqê wekaletê ya polisê bersûc jî ji aliyê Xezîneyê ve bê bersivandin. Parêzerên Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê û malbata Tektekîn, diyar kirin ku wê li dijî biryarê serî li dadgeheke bilindtir bidin û îtîraz bikin.