27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê kurd diherike Amarayê

Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 23 sal in di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin, dikeve 73 saliya xwe. Li gelek bajaran bi boneya 73’yemîn salvegera rojbûna Ocalan şitilên daran tên danîn. Îro wê li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Ocalan lê ji dayik bûye, bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê yên Malbatên Girtî û Hikumxwaran ên MED’ê (MED TUHAD-FED) bi beşdariya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şahiyeke girseyî bê lidarxistin.

Welatiyên ku dixwazin beşdarî pîrozbahiyê bin ji duh bi şev ve ber bi Amarayê ve ketin rê. Welatiyên ji Amed, Botan, Serhat û Çûkûrovayê berê xwe dan Amarayê li gelek cihan ji aliyê leşker û polîsan ve hatin astengkirin. Tevî astengkirinan jî welatiyên hewl didin biçin Amarayê, ber bi Xelfetiyê ve diçin. Leşker û polîsên ku dixwazin rêwitiya welatiyan asteng bikin, piştî derketina rêya Bîrecîkê ku dizivire Xelfetiyê barikat danîne û 2 roj in hewl didin ketina navçeyê asteng bikin. Welatiyên gihiştin derketina otobanê, li gîşeyan kom dibin. Welatî li cihê ku lê kombûne govendê digerînin û dirûşmeya “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” berz dikin.

Welatiyên ku ji derdora gundên Amarayê dixwazin tev li pîrozbahiyan bibin, li gundê Gogan hatin gelhev. Welatiyên li Goganê hatin gelhev, bi gerandina govendê dirûşmeya “Rojbûna te pîroz be” berzkirin. Tê payîn ku welatî piştî pîrozbahiyê bimeşin Amarayê.

Li aliyê din hat hînbûn ku komeke hunermendên ji Edeneyê hatine, parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan û endamên HDP’ê gihiştine gund û li bendê ne ku bi malbata Ocalan re welatiyan pêşwazî bikin.