spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Mexmûrê 4’ê Nîsanê bi şahiyekê pîroz kir

14’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê ku di 21’ê sibatê de, ji aliyê qada perwerdeyê ve bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, didome. Di saetên serê sibehê de li park û dibistananên wargehê destpêkê dar hatin çandin. Piştre li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê, pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî fermî destpê kir.

Li Navenda Çand û Hunerê wêneyên Ocalan, alên PKK, KCK, HPG û YJA-STAR’ê hatin vekirin. Xwendevanên wargehê bi cil û bergên kurdî, ketin qada pîrozbahiyê. Meşa xwendevanan bala gel kişand ser xwe. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê koma Koroyê derket ser dîkê û bi stranên xwe coş da girseyê. Piştî korayê li ser wate û girîngiya rojê, Hevseroka Komîteya Perwerdeyê Bêrîvan Kaya axiftina vekirinê kir.

Bêrîvan Kaya ewil roja 4’ê Nisanê, li Ocalan, girtiyên zindanan û li tevayî gel pîroz kir û wiha got: “Em vê mihrîcanê diyarî Rêberê xwe dikin. Rêberê me di vê rojê de ji dayik bûye, em vê rojê weke rojbûna gelê kurd dibînin. Em bi ruhê 8’ê Adar û Newrozê rojbûna Rêber Apo pêşwazî bikin. Em di wê baweriyê dene ku ev mêhrîcan bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo, em bi van pîrozbahî û coşa gelê xwe, bersîvek dîrokî didin dijmin. Em di wê hêviyê dene ku emê di salên pêşîya me de vê rojê bi Rêber Apo re pîroz bikin.”

Piştî axiftina vekirinê pasta hat birin û mihrican bi pêşbirkên çand û hunerî bi coşekî mezin berdewam dike. Wê heya danê êvarî, pîrozbahî bi çalakiyên hunerî û werzîşê dewam bike.