2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Can: Girtîgeh Amedê bîra gelê kurd e

Berdevkê Komeleya 78’an Celalettîn Can di panela têkildarî îhaleya li dijî Girtîgeha Hejmara 5'an a Amedê de diyar kir ku Girtîgeh bîra gelê kurd e û bi vê îhaleyê dixwazin hafizayê tune bikin

TMMOB, Komeleya 78’an MED-TUHAD-FED û KESK’ê têkildarî îhaleya ku Girtîgeha hejmara 5’an a Amedê veguherînin “Navenda Çandê û Muzeyê” li DTSO’yê panelek li dar xistin. Berdevkê Komeleya 78’an Celalettîn Can diyar kir ku Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê bîra gelê kurd e û bi vê îhaleyê dixwazin hafizayê tune bikin.

Yekitiya Odeyan Endezyaran û Mîmaran a Tirkiyeyê (TMMOB), Komeleya 78’an, Federasyona Hiqûqên Piştevaniyê ya bi Malbatên Girdi û Hikumxawaran re (MED TUHAD-FED) û Konfederosyana Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK)ê li dijî projeya îhaleya ku dixwazin Girtîgeha hejmara 5’an a Amedê veguherînin Navenda Çandê û Muzeyê li DTSO’yê panelek li dar xistin. Di dîwana panelê de Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, Berdevkê Komeleya 78’an Celalettîn Can û Serokê TMMOB’ê Şerefxan Aydin û Parlementerê berê yê HDP’ê Îmam Taşçier, Şandeya Dayikên  Aşîtiyê, rêveberê Komeleya Lêkolîn Çand û Ziman ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya Astengdaran amade bûn.

Esat Oktay Yildiran têk çû

Berdevkê Komeleya 78’an Celalettîn Can, diyar kir ku armanca desthilata AKP’ê dixwaze bi vê projeyê hişmendiya civakê bide jibîrkirin û wiha got: “Şoregerên ku li girtîgeha Amedê jiyana xwe ji dest dan li dijî dewletê li ber xwe dan. Tu carî serî netewandin. Biryara meclîsê ya herî nebaş ew e ku Girtîha Hejmara 5’an a Amedê veguherandina Muzeyê ye. Ji bo vê yekê me bi hikumetê re gelek hevdîn kirin. Lê tu encam jê derneket. Girtîgeha hejmara 5’an a Amedê dîroka êşên gelê kurd e. Ew girtîgeh bîra gelê kurd û şêniyên Amedê ye. Desthilat dixwazin kiryarên wê demê ji bîra civaka kurd bidin jibîrkirin. Ew girtî weke cihê îşkenceyê hatibû îlankirin. Wê demê Esat Oktay Yildiray jî digot; ‘Ev der ji bo dibistaneke leşkeriyê ye. Hûn şagirtê vê dibistana leşkerî ne. Ya dê cenazeyên we ji vir derê yan jî resmê we. Dê roj were em ê ji were bivêjin ji vir herin hûnê ji vir necin.’ Lê Esat Oktay têk çû.”

Armanc tasfiyekirina kurdan bû

Seroka DTO’yê Elîf Tûran jî anî ziman ku armanca derbeya 12’ê îlonê tasfiyekirina kurdan bû û wiha got: “Wan kiryarên ku hatine kirin bandorê gelek mezin li kurdan kiriye. Her çiqas şopên îşkenceyan bên windakirin jî şopên 20-30 salan hene. Em dikarin şopa van îşkenceyên feleqeyan derbixin holê. Di aliyê derûniyê de jî ew şopên wan winda nabin. Hinek tişt bi dermanan û bi terapiyan derbas nabin. Girtîhgeha Hejmara 5’an a Leşkeriyê ya Amedê bila bibe Muzeya Mafên Mirovan. Armanca derbeya 12’ê Îlonê tasfiyekirina têkoşîna demokrasiyê bû. Îşkenceyên ku di van girtîgeha de pêk dihatin, weke polîtîkayên kuştin, tundî û tunekirina kurdan bû armanca wan ew bû vê têkoşînê têk bibin.”

Panela bi pirsû bersivan bi dawî bû.