4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qurbaniyên komkujiya Dîlokê bi bîr anîn

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên maf û hiqûqê di 7’emîn salvegera Komkujiya Dîlokê de qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn.

Di 20’ê tebaxa 2016’an de, DAIŞ’ê li taxa Beybahçe ya navçeya Şahînbey a Dîlokê, li dijî daweta malbateke kurd êrîşeke xwekujiyê pêk anî. Di êrîşê de 40 jê zarok bi giştî 56 kes hatin kuştin. Ji b bo 7’emîn salvegera komkujiyê; bi tevlibûna malbatên qurbaniyan, rêveberên rêxistinên Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Dîlokê, Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) ya Dîlokê Sevda Karaca,  rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û rêxistinên civaka sivîl li kolana komkujî lê pêk hatibû merasîma bîranînê hat lidarxistin.  Beşdar, ji avahiya HDP’a Şahînliyê heta cihe komkujiyê meşiyan.

Di bîranînê de ewil Hevseroka HDP’a Dîlokê Ayten Kaya axivî û destnîşan kir ku ev komkujî yek ji komkujiyên li dijî kurdan e û wiha got: “Dîsa mirin bû para kurdan. Hê jî kurd bi kîmyasalan tên qetilkirin û kurd ji pêvajoya qirkirinê re derbas dibin. Heta ev qeder neyê guherandin dê aştî, wekhevî û azadî neyê vî welatî. Em jî ji bo aştî, wekhevî û aramiyê têdikoşin. Hêviya me ew e ku ev komkujî bi dawî bibin.”

Faîl nehatine cezakirin

Parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca jî bi bîr xist ku bi ser komkujiyê re 7 sal derbas bûne lê hê jî edalet pêk nehatiye û wiha axivî: “Komkujiya Beybahçeyê, yek ji komkujiyên li dijî kurdan e. Lê faîlên wê nehatin cezakirin. Eşkere bû ku dê komkujî were kirin lê pêşî lê negirtin. Em dîsa dipirsin; yên ku pêşî li komkujiya li dijî kurdan û hêzên demokrasiyê vekirî kî ne? Em baş dizanin bê ka ew kî ne. Me ew kesên digotin ‘piştî komkujiyê dengê me zêde bûn’ ji bîr nekirine. Yên ku kesên tiliya wan di komkujiyê de heye dernexistin holê, nûnerên vîna gelê kurd xistin zindanan. Hêj çendek roj berê di roja şînê de îşkence li Gultan Kişanak kirin. Duh jî êrişî wekîl Omer Ocalan kirin. Kesên îradeya me nas nakin û qeyûman tayîn dikin, tiliya wan di vê komkujiyê de jî heye. Lê bila baş bizanin ku em li vir in û bi hev re ne. Dê têkoşîna me ya ji bo jiyaneke birûmet bidome.”

Komkujiya li dijî nasnameya kurd

Ji parêzerên dozê û Hevserokê Şaxa OHD’a Dîlokê Mûstafa Yalçin jî anî ziman ku komkujî li dijî nasnameya kurdî hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Darizandineke adilane û hiqûqî nehat kirin. Xwestin vê dozê bigirin. Ji bo ku faîlên komkujiyê derkevin holê û bên darizandin, weke OHD’ê ya ku ji destê me tê em ê bikin. Em ê her tim li cem mexdûran cih bigirin.”

Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn cihê qurbanî lê hatin kuştin û bîranîn bi dawî bû.