Di Dilokê operatorê kepçeyê dema avahiya ku di erdhejê de xisar dîtibû xera dikir, di bin kavilê avahiyê de ma.
Piştî erdheja 6’ê Sibatê bi deh hezaran avahî hilweşiyan û bi deh hezaran avahiyan jî xisar dîtin. Di encama erdhejê de zêdeyî 100 hezar mirov mirin. Yek ji bajarên ku avahî zêde hilweşiyan û xisar bajarê Dîlokê bû. Li bajarê Dîlokê gelek avahiyên ku xesar dîtine hêj nehatine hilweşandin. Hilweşandina avahiyan didome. Avahiya 4 qat dema dihat rûxandin hilweşiya. Operatorê kemçeyê di bin xerabeyan de ma. Dema avahiya li Bûlwara Zanîngehê ya Taxa Bînevler a navçeya Şahînbey a Dîlokê xera dikirin, bi ser operastorê kemçeyê de hilweşiya. Operator di bin kavilan de ma. Komên agirkujiyê û AFAD’ê li cihê bûyerê hatin veguhestin û ji bo rizgarkirina operatorî dest bi xebatan kirin.