4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûmê Êlihê hevkarê xwe yê rantê kir alîkarê xwe

Qeyûm Êlihê Midurê berê yê Weqfa Parastina Hawirdorê ya Edîrneyê Alî Eraslan ku bi awayekî nîqaş ji peywirê hatibû girtin, weke alîkarê xwe li Şaredariya Êlihê bi cih kir.

Bi nêzbûna hilbijartinên herêmî yên sala 2024’an re li şaredariyên bakurê Kurdistanê yên di bin dagikeriya qeyûman de tayînkirinên nû pêk tên. Di vê çarçoveyê de qeyûmê Êlihê Ekrem Canalp Midurê berê yê Weqfa Parastina Hawirdorê ya Edîrneyê Alî Eraslan ku bi awayekî nîqaş ji peywirê hatibû girtin, weke alîkarê xwe li Şaredariya Êlihê bi cih kir.

Qeyûm Canalp berî ku weke walî û qeyûm tayînî Êlihê bê kirin walîtiya Edîrneyê dikir û bi Eraslan re di bin navê “projeyên qûmê” de mudaxaleyî Çemê Merîçê kiribûn û ji bo vê rantê di çem de texrîbateke mezin pêk anîbûn.

Balkêş e qeyûmê Elihê Canalp, ku di van rojên dawîn de bi çemê Êlihê re mijul dibe, Eraslan ê bi texrîbata xwe ya çemê Merîçê tê naskirin û ji ber vê texrîbatê bi awayekî nîqaş ji peywirê hatibû girtin, weke alîkarê xwe li Şaredariya Êlihê bi cih kir.

Havşeradarê Êlihê Mehmet Demîr û Parlamenterê DEVA’yê yê Mêrsînê Mehmet Emîn Ekmen ku ji Êlihê ye, li ser hesabên xwe yên medya sanal bertek nîşanî bi cihkirina Eraslan a li Şaredariya Êlihê dan.