28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çand hevgirtin û yekitiya civakê ye

Mirovan bi hêsanî civakbûyîn ava nekirine. Dem û dîrokeke dirêj, mirov wekî hemû zindîwarên din takakesî jiyane. Çi ji ber şert û mercên xwezayî û çi jî ji ber jîndarên din gelek zor û zehmetiyên mezin kêşane.

Mirovan bi hêsanî civakbûyîn ava nekirine. Dem û dîrokeke dirêj, mirov wekî hemû zindîwarên din takakesî jiyane. Çi ji ber şert û mercên xwezayî û çi jî ji ber jîndarên din gelek zor û zehmetiyên mezin kêşane. Her kêliya jiyanê bi dîtin, bihîstin, hest û hîsan tecrube kirine. Li gorî tecrubeyan ji bo xwe qada jiyanê ava kirin e. Bêguman ev qonexeke dûr û dirêje ku bi xwe re rê li ber şoreşên mezin vekiriye.

Em ji hemû bermahiyên bi destê mirovan hatine afirandin re çand dibêjin.  Çand wekî hemû berheman bi destên mirovan ji hest, raman û fikrê mirovan hildibere. Yanî hilberînek ji manewiyatê ye. Ew manewiyate ku civakbûyînê diafirîn e. Belê çand û pergelên çandî ne tenê di warê madî de, di heman demê de bi nirxên xwe yên manewî û exlaqî mirovahî û civakbûyînê pêş dixe. Di heman demê de çand di navbera mirovan de rista gihandina hev û avakirina yekitiyê dileyze. Tu pergaleke civakî-çandî ji nişka ve mîna ku ji ezmanan ve hatibe, derneketiye holê. Di gelek qonaxên dijwar re derbas bûye. Di heman demê de wendabûna wê jî ji nişka ve pêk nayê. Wekî civaka kurd her çiqas di warê bawerî û çandî di çerxeke dijwar a dewlet, şaristanî û baweriyên serdet re derbas bûbin jî hêj çand û baweriya xwe ya resen dijîn. Çawa ku her civak xwedî dîrokek e, divê bê zanîn ku ew dîroka civakê bi çanda wê ya ji hezaran salan ve tê teşe girtiye.

Rabûrdiya mirovahiyê

Li vir a girîng ew e ku her mirov xwedî hişmendiyek xwenasiyê be. Heke mirov serboriya civak û mirovahiyê nizanibe, bi tevahî fêhm neke û weteyê nedê dê nirxandina aîdatên mirov û civakê jî kêm be. Lewre serpêhatiyên salan ên civakan û qonaxên ku tê re derbas bûne, bi hêsanî nebûye. Dîsa ku mirovên rabûrdiya mirovahî û civakbûyînê nizanibe dê ji çanda madî û manewî jî tiştekî fêhm neke.  Ji lewre jî  her çand xwedî rabirdûyeke zindî û domdar e.

Ji ber ber vê yekê dema em bala xwe didinê; bi hêsanî em dibînin ku di nava ferdên heman civakê de bi çanda madî û manewî  hevpariyek heye. Ev çand e ku rê li ber rewşeke hevpar, hiş û hişmendiyeke hevpar, bi kurtî nasnameyeke hevpar vedike. Di navbera ferdên civakekê de ku di pêvajoyeke dîrokî ya dirêj de girêdanên xurt û neşikestî çêdibin. Çêbûneke hevpar a derûnî, giyanî, wekhevî û hevpariyeke jiyanî ye. Van binyadên heyî yên çandî, nirxên derûnî yên hevpar û taybetmendiyên herî bingehîn in. Ji ber vê yekê jî bawerî, hest û ramana hevpar û ev pêkhatina giyanî ya di nava ferdên civakê de ku ji heman çandê têrbûyî, weke qadeke ku civakê digihîne hev, bi hêz dike û li ser piyan digire ye. Ev girêdanên giyanî û exlaqî yên hevpar,  li pêşberî her cure tofanên herî  dijwar jî  civakê li ser piyan dihêle.

Dixwazin mîrateya çandê tune bikin

Aşkera ye ku hemû hêzên serdest ên kolonyalîst û emperyalîst ji dîrokê heta niha ji bo civakê lewaz bikin, civakbûyînê ji holê rakin, berxwedana civakê bişkînin û tune bikin bi her awayî çandê ji xwe re dikin hedef. Dixwazin mîrateya civakê ya çandî û dîrokî tune bikin û rê li ber tarîtiyê vebikin. Lewma jî  bi her awayî êrîş dikin. Ev rêbaza herî zêde ku serdest bi kar tîne ye. Civaka kurd, yek ji wan civakan e ku herî zêde dewlet û desthilatan êrîşî çanda wê kiriye û hîna jî rastî êrîşên dijwar tê. Ji ber vê yekê em wekî kurd dikarin baştir fêm bikin; dewlet û desthilatan her tim hewil daye dîroka kurdan serobino bikin, nirxên wan  talan bikin, dewlemendiyên çandî bi tevahî desteser û wêran bikin, yekitî û tifaqa wan bişikînin, lewma jî her cure êrîş pêş xistine.