27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayik Aştiyê: Abdullah Ocalan serokê milyonan e

Dayikên Aştiyê yên Stenbolê bertek nîşanî tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û ev tişt anîn ziman: “Abdullah Ocalan serokê bi milyonan e. Em dixwazin ji serokatiya xwe agahiyê bigirin. Heta tecrîd ranebe wê ev gel nesekine.”

Ji bo şikandina tecrîda mutleq û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 19’ê mijdarê ji çar hêlên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ve ber bi navçeya Gemlîkê ya Bursayê ve meşa azadiyê pêk hat. Dayikên Aştiyê jî bi hêze xurt beşdarî meşê bûn. Dayikên Aştiyê yên Stenbolê Fatma Yilmaz û Guler Bugday ku tevli meşê bibûn ji JINNEWS’ê re axivîn.

Dayika Aştiyê Fatma Yilmaz diyar kir ku bi armanca balê bikşînin ser tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo çûne Gemlîkê û wiha vegot: “Divê gelê kurd xwedî li serokatiya xwe derkeve. Tevî hemû astengî û binçavkirinan em çûn Gemlîkê. Em ê heta dawî şopdarê bûyerê bin. Tecrîd di kîjan hiqûqêde heye. Gelê kurd vê qebûl nake. Em dixwazin ji serokatiya xwe agahiyê bigirin. Mafê hevdîtinê ya parêzer û malbatê tê binpêkirin.”

Fatma diyar kir ku tevî hemû êrîş û astengiyan dê têkoşînê bidomînin û wiha domand: “Me tu car şûnde gav navêt. Em bi têkoşîna xwe ligel serokatiya xwe ne. Tu kes nikare me şûnde vegerîne. Em di azadiya fîzîkî ya serokatiya xwe de bi israr in. Daxwaza me zelal e. Divê azadiya fîzîkî pêk bê.”

Dayik Guler Bugday jî nêrînên xwe anî ziman û wiha balkişand ser tecrîdê: “Tecrîd li ser Abdullah Ocalan, kurd û dostên kurdan jî tê meşandin. Di şexsê birêz Ocalan de li ser hemû gelan pêk tê. Li girtîgehan pêk tê. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîd ji şer re jî zemînê av dike. Abdullah Ocalan serokê milyonan e. Her kes vê dizane. Em dixwazin tecrîd rabe. Em vê qebûl nakin. Tecrîd ranebe çareserî jî ne pêkane. Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan e. Polîtîkayên şer bandor li hemû gelan kiriye. Civak vê dizane û di serhildanê de ye. Kes polîtîkayên dewletê qebûl nake. Ji ber vê divê em li dijî tecrîdê têbikoşin.”

Guler xwest ku gel xwedî li têkoşîna girtiyan derkevin û wiha dawî lê anî: “Sedema hemû pirsgirêkan tecrîda Îmraliyê ye. Em bi biryarek mezin meşiyan Gemlîkê. Dorpêça polîsan li her derê bû. Lê daxwaza gel zelal bû û gel bi biryar bû. Gel got di bila tecrîd rabe, dijhiqûqî bidawî be, azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê. Gelê kurd carek din got em pergala Erdogan qebûl nakin. Ez ji bo aştî û azadiyê banga têkoşîna hevpar li hemû gelan dikim.”