6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyên PKK û PAJK’ê bi greva birçîbûnê beşdarî pêngavê bibin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku wê bi greva birçîbûnê ya dorveger tevlî pêngava azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 10'ê Cotmehê de hatibû destpêkirin bibin.

Girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û ragihand ku weke gava destpêkê wê di navbera 27’ê Mijdarê û 15’ê Sibatê de bi dorvegerî bikevin greva birçîbûnê û beşdarî pêngava 10’ê Cotmehê bibin. Di daxuyaniyê de hate rgaihandin ku girtiyên nexweş, extiyar û yên cezayê wan du sal maye wê tevlî çalakiyê nebin û wiha hat gotin: “Tecrîd û dîlgirtina bênavber ji roja destpêkê ve 25 sal in dewam dike. Eger ji Îmraliyê deng nayê, hingî dibe ku ji aliyê neyînî ve her tişt diqewime. Kevneşopiya dewleta Tirkiyeyê û bûyerên ku heta niha qewimîn dibin sedem ku em bi vî rengî bifikirin. Ji ber ku têkoşîna esasî li Îmraliyê tê meşandin. Konsepta şer a topyekûn ku sala 2015’an destpê kir, bi girtina deriyên Îmraliyê li cîhanê destpê kir. Tundiya polîtîkaya tepisandin û komkujiyê ya li derve di heman demê de nîşan dide ku têkoşîna li Îmraliyê jî çiqasî berfireh e.”

Girtiyan destnîşan kirin ku ew ê di navbera 27’ê Mijdarê û 15’ê Sibatê de çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger lidar bixin û wiha domand: “Em ê bi vê çalakiyê tevlîbûna xwe ya ji bo pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ nîşan bidin. Her qadeke me ya girtîgehê wê plan û hejmara kom û roja çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger, li gorî şert û mercên xwe diyar bike. Kesên nexweş, kal û du sal ji bidawîbûna cezayên wan re mane, wê tevlî çalakiyê neyên kirin. Her wiha, li her devera ku em lê ne, wê li ser bingehê xisûsên di daxuyaniya me de û li gorî naveroka kampanyayê wê ji nûneriyên ji derve, saziyên mafên mirovan, nûneriyên medyayan re, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re nameyan binivîsîn. Em ê daxwaznameyan pêşkêşî Wezareta Edaletê bikin, di daxwaznameyan de tim û tim qala tecrîda li Îmraliyê bikin û bixwazin ku me jî veguhestînin Îmraliyê. Em ê ji Rêber Apo û hevrêyên xwe yên din ên li Îmraliyê re hîn zêdetir nameyan binivîsînin û berpirsyariyên CPT’ê li bîra wê bixin. Em ê li dadgehan tecrîdê şermezar û teşhîr bikin. Di pêvajoya çalakiyê de divê hemû hevalên me li gorî planê tevbigerin û divê teqez nekevin hewldana rêbaza çalakiya şexsî. Li ser vî esasî di serî de malbatên me, em bang li hemû dost, azadîxwaz û demokrasîxwazan dikin ku xwedî li kampanyayê derbikevin û bi hev re dîrokê binivîsînin. Bi vê wesîleyê em 27’ê Mijdarê salvegera 45’emîn a damezrandina partiya xwe PKK’ê bi pêngaveke nû ya berxwedanê pêşwazî dikin, bi hestê dilsoziyeke mezin Rêber Apo ku paradîgmaya jiyana azad diyarî gelên me kiriye silav dikin, şehîdên xwe yên leheng ku hejmara wan digihije 40 hezarî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin. Weke girtiyên PKK’î û PAJK’î em hemû hevrê û gelên xwe yên têkoşer, silav dikin û dibêjin ku salvegera 45’emîn a damezrandina partiya me PKK’ê li me hemûyan pîroz be. Bi dirûşmeya ‘Gelê Azad, Neteweya Demokratîk’ ji hemû raya giştî ya demokratîk re silav, rêzdarî û hezkirinên xwe dişînin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê