30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PKK romana têkoşînê ya azadiyê ye

PKK, xwedî felsefeyek sosyalîst, enternasyonalîst e. Cudahî naxe navbera netewe, ol û baweriyan. Yekitiya pêkhateyên civakê esas girt û girîngiyek mezin da mafên jinan.

27’ê mijdarê ji bo gelê kurd, cejna Vejînê ye, roja bîryardayîna mezinkirina têkoşîna azadiyê ye. Damezrandina Tevgera Azadiyê, tola sala ya ji pergala mêtingeriyê; sîleya ewil a li rûyê xiyanetê ye. Rakirina bendên koletiyê, ruhê tolhildanê yê tevgera ciwantiyê ye. Peyva jiyanê ye,  gotina ewil a ser lêva zarokan e. Jinûve nivîsandina dîroka Kurdistanê ye. PKK romana têkoşînê ya azadiyê ye.

Piştî 28 raperînên kurdan ên li dijî netewe-komaran ku heyîna gelê kurd înkar dike, PKK wek raperîna 29’emîn li gundê Fîsê ya Licê di 27’ê Mijdara 1978’an hat avakirin. Her salek ji sala dinê zêdetir têkoşîna azadiyê berfirehtir kir û destkeftiyên mezintir afirand. Ji tevgerek neteweyî, berbelavî gerdûnê bû.

PKK, xwedî felsefeyek sosyalîst, enternasyonalîst e. Cudahî naxe navbera netewe, ol û baweriyan. Yekitiya pêkhateyên civakê esas girt û girîngiyek mezin da mafên jinan. Tevgera Azadiyê hemû qadên şoreşê li ber jinan vekir, rê da ku jin, rêxistina xwe ya parastin, siyasî, civakî û perwedehiyê ya xweser ava bikin. Yeqînî bi nûnertî û hêza jinan anî. Pirsgireka jinan xist navenda têkoşînê. Ciwan weke hêza herî dînamîk a şoreşa Kurdistanê, erkdar kir. Hebûna rêxistina xwe spart gelê xwe û hêza xwe ya cewherî. Şêwazê xwe yê xeta serbixwe, bi bilindkirina ruhê fedayî, ked û azweriya şoreşgerî xwe ji êrîşên qirkirin, pijavtin û tesfiyekirina fizîkî, ruhî û bîrdozî parast!

PKK’ê pergala heyî tu carî erê nekir, bi têkoşînê altarnatîfa jiyana azad afirand! Girîngiyek mezin bi ruhê welatparêziyê da û li ser vê pîvanê civaka kurd ronî kir, birêxistin kir. Ji bo serkeftina şoreşê tevî enerjî, fikr û bîrdoziya xwe xist xizmeta şoreşê. Ji bo ku civak zana û azad bibe, xebatên hişmendî, çandî, hunerî, rêxistinî û perwerdehiyê ji bo xwe kir navenda kar û xebatên bingehîn.

Damezrandina PKK’ê ji bo gelê kurd gaveke hêvî, bawerî, wêrekî û pêkanîna hemû xewn û xeyalên azadiyê ye. Salvegera 45’emîn a damezrandina PKK’ê, ji bo kurdan, jin, karker û bindestan mizgîniya jinûve vêjînê ye! Vekolîna geştiyariya lêgerîna li azadiyê ye. Dijberiya li hember mêtingeriyê ye, hêza parastina Kurdistanê ye. Bêjeya esasî ku mirov bêjê; hîna pir ciwan e,  ew tu carî kal nabe!

Tevgera azadiyê, li dijî feraseta ku kurd tune dihesiband, bi raperînê bersiv da. Piştî serhildana Koçgiriyê, li hemû deverên Kurdistanê,  nerazîbûna kurdan a li dijî siyaseta înkarê, bi şêwazên cur bi cur xwe aşkere kir. Tovê feraseta înkarê careke li Konferansa Lozanê hatibû reşandin. Komara tirk li ser feraseta tunehesibandina kurdan hat avakirin. Komara tirk bi plana şark-islahatê bersiv da gelê kurd. Belê ev rastiyeke ku kurdan, li dijî vê siyaseta înkarê, bi dehan car serî rakir. Lê mixabin her carê ev daxwaza kurdan bi komkujiyan hat tepisandin.

Netewe-komara tirk li Kurdistanê, ji bilî bîrdoziya mêrperest a mijokdarî, kedxwarî, mêtingerî û kolonyalîzme wêdetir çi layiqê kurdan, dîtiye gelo? Zihniyeta ku komar bi wê hatiye damezrandin, tu carî rê neda ku gelê kurd daxwazên xwe bi cih bîne û li ser bingeha nasnameya azad xwe bi rêxistin bike. Li hember her rêxistineke civakî bi tundî û tepisandinê bersiv daye gelê kurd.

Em bên ser babeta dîroka sedsalên borî ya damezrandina komara tirk a li ser xaka Mezopotamya û Anatolya Navîn: Ev sedsal in hebûna gelê kurd bi siyaseta mêtingeriyê tune tê hesibandin; mafê kurdan ê çandî û xwe rêveberiyê ji dest hatiye girtin.

Di sed saliya komara tirk de, diviyabû lêpirsînek baş bê kirin ku her kêliyeke dîroka vê komara mijokdar; bi qirkirina gelan, baweriyên cihê yên vê xakê teviziye. Dîroka sed salî bi komkujî, koçberkirina bi darê zorê xitimiye. Di dîroka sed salên borî de girtin, kuştin û sirgûn her ji para kurdan bû ye.

Li Kurdistanê bi hezaran gund, bajar hatin wêrankirin. Navê cih û gundên Kurdistanê kirin tirkî; ziman, çand û libasê kurdewarî bi rêzeqanûnan qedexe kirine. Ji wê divê nirxandin, lêkolîn ên der barê rabirdûya komarê de baş bên kirin ku ji feraseta nijadperest hesab bê xwestin!

Gelê kurd jenosîda Dêrsimê, Geliyê Zîlan, Agiriyê, Zindana Amedê, Rihayê, Çewlikê, Kobanê, Dêrka Hemko, Roboskê, Sûrê, Nisêbînê û li Cizîra Botanê bi sedan kes bi fermana serkêşên komara otokrat, di jêrzemînên avahiyan de şewitandina mirovan ji bîra nekirine.

Mixabin, ji destpêka avakirina komarê heta îro, kurd koçberên gund, bajar, cih û warên xwe ne. Kurd bênav û bênasname ne. Navê Kurdistanê sûc e, nabe ku kurdek bêjê ez ‘kurd im û navê welatê min Kurdistan e!’ Bîrdoziya ku komarê xwe lê daniye, navê kurd û Kurdistanê ji qeydan rakiriye. Dîroka komarê, dîroka pijavtinê ye, lehiya li kûçeyên Kurdistanê ye.

Siyaseta mêtinger a desthilatên siyasî ku di sedsala yekemîn a komarê de hem li hundir û hem jî li derveyî welêt, li dijî gelê kurd tu encam negirtin û bi vê siyasetê Tirkiye ber bi rûxandina aborî û siyasî ve anîn. Ya rast ew e ku dê Tirkiye, di sedsala duyemîn de bikaribe hebûna xwe biparêze yan na?

Li dijî vê siyaseta komarê, Tevgera Azadiyê civaka kurd zanetir kir, bi rêxistin kir. PKK’ê bi têkoşîna 51 salan, nirxên giranbuha afirand, mîrasekî mezin ji mirovahiyê re ava kir. Şoreş di nav şoreşê de li dar xist; rastiya gelê şoreşger, berxwedêr derxist holê. Îro bi ezmûn, berxwedan û têkoşîna ku dimeşîne ji gelan re bûye çavkaniya îlhama çareseriya pisgirêkan. Jiyan li ser vê xakê, cardin bi wate kir; dîrok ji nû ve nivîsand. Bi paradîgmaya neteweya demokratîk re, yekane altarnatîf li dijî kapîtalîzmê ava kir. Bi avakirina pergala konfederal re xwe bi civakî kir ku hemû pêkhateyên civakê bi rêxistin kir. PKK’ê, pîvanê kesayeta azad e. Têkoşîna vejînê wiha derbasî qonaxek nû dibe. Helbet di salvegera  46’an de, wê encam serkeftin be…