17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ronesansa Rojhilata Navîn

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di nava 45 salan de di vê astê de rêxistinkirina civakê ne karekî hêsan e. Mirov dikare bibêje ku PKK bi pêşengiya Rêber Apo di nava civaka Kurdistanê de, ronensa xwe pêk anî û belavî hemû cîhanê bû.

Rêber Apo û hevalên xwe di civînên 1973 û 1974’an de li Enqereyê; bendava Çûbûk û Tuzluçayirê tovê tevgerê avêtin. Piştî xebata çend salan, di 27’ê Mijdara 1978’an de ya li gundê Fîsê yê Licê ya Amedê li hev civiyan. Di vê civîna de li gel Sakîne Cansiz, Kemal Pîr, Hakkî Karer bi 21 kes amade bûn. Ev civîn di heman demê de weke kongreya yekem a PKK’ê hate ragihandin.

Di vê kongreya dîrokî de tevgerê, xwe weke partî îlan kir û navê Partiya Karkerên Kurdistanê-PKK li xwe kir. 45’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê, gelê kurd û dostên wan li gelek navendên cûda bi şahiyan pêşwazî dikin. 45 sal piştî damezrandina xwe, PKK îro êdî ne tenê ji bo kurdan, her wiha ji bo hemû Rojhilata Navîn û cîhanê bû çavkanî û hêviya jiyana azad.

Damezrandina PKK’ê di demeke ku dixwestin kurdan tune bikin de pêk hat. Li hemberî van hêzên dagirker bû bersiva herî mezin û rast. Li hemberî zihniyeta sermeyedar û dewletên dagirker ên li herêmê, di Rojhilata Navîn de PKK bû hêza pêşeng. PKK’ê sînorên klasîk şikand û belavî her beşên Kurdistanê bû. Bêguman eger zarokên fedakar û têkoşer yê vî gelî nebûna ev jî pêk nedihat.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo kurdên ku ber bi tunebûnê ve diçûn û ji rastiya xwe direviya, veguherine kurdên ji bo azadiya têdikoşin, bi pêşengiya damezrandina PKK kiriye û xwe gihandiye vê armancê. Partiya ku bi fikir, raman û felsefeya Rêber Apo hatiye damezrandin, bi vê fikir û felsefeyê ne tenê li Kurdistanê li seranserê Rojhilata Navîn êdî xwedî îdiayên mezin û binirx e.

PKK ne tenê li bakurê Kurdistanê, li çar aliyên welat hişt ku gel li ser koka xwe hişyar bibe û pêş bikeve. Şoreşa ku PKK pêşengiya wê dike, ji aliyên wê yên siyasî û eskerî zêdetir, şoreşa civakî, şoreşa demokratîk  û şoreşa çandê ye. Ji ber vê yekê îro ne tenê kurd li herêmê gelek kes xwedî li têkoşîna PKK’ê derdikevin.

PKK, hişmendiya rêxistinbûyîna klasîk hilweşand û ji aliyê îdeolojiya xwe ya xweser bû pêşengê jiyan û felsefeya nûjen. Rêber Apo, bi wateya têgihiştina PKK’ê ji bo gelê kurd bû nasnameya jiyana azad û vîna siyasî. Welatên hegemon ji bo vê hêza Rêber Apo ji holê rakin û têkiliya bi gel re qut bikin îro di pergala tecrîdê de wisa bi israr in. Divê bê zanîn ku ev tecrîd ne tenê li dijî Rêber Apo ye. Di heman demê de li dijî îdeolojiya yekitiya gelan e. Em bala xwe bidinê, bi avabûna PKK’ê re ne tenê li Kurditanê li seranserê Rojhilata Navîn êdî bi her awayî yekitiya gelan tê nîqaşkirin. Mînaka vê ya herî ber bi çav jî li herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyayê şênber dibe. Bi saya fikir û îdeoloya Rêber Apo hemû pêkhatiyên herêmê bêyî ku cûdahî hebe bi hemû rengê xwe dikarin xwedî li hebûna xwe derkevin. Pergala modernîteya kapîtalîst a ku xwe li ser înkara pirrengiya civakê xwe ava kiriye û takekesiyê pêş dixe ji bo pêşî li vê îdeolojiya neteweya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bigire serî li her cûre rê û rêbazên qirêj dide.

Divê gelê me bêyî ku li benda tu kes û derdorê bisekine, bi şev û roj ji bo azadiya xwe bifikire, bijî û li her devera ku lê ye bibe rêveberê xwe. Êdî gelekî berxwedêr hatiye afirandin. Bi qasî ku muhtacî tu kesî nebe bûye xwedî îrade, zanebûn, hêz û pêzanîn. Ji bo van destekftiyan berdêlên mezin dane. Lewma xwedî derketina wan ne tenê erkekî ji rêzê ye. Ev erkekî niştimanî ye û girîng e.

Îro ji her demê bêtir têkoşîna neteweyî ya demokratîk a gelê kurd dewam dike û ji bo têkoşîna heyî bi serkeftinê tacîdar bibe, pêwîste ji her milî ve xwedî li xeta xwe ya azadiyê derkeve. Em bala xwe bidinê, guherîn û veguherînên ku bi derketina PKK’ê re di nava civaka kurd e çêbûne ne wisa ji rêzê ne. PKK di şertên herî zahmet de civakek nûjen û pêşketî bi rêxistin kir. Îro ev civak di warê çandî, civakî, dîrokî, siyasî û hwd. xwedî li nirxên xwe derdikeve û ji bo parastina wan di nava têkoşînek mezin de ye.

Bêguman di nava 45 salan de di vê astê de rêxistinkirina civakê ne karekî hêsan e. Ji vî milî ve mirov dikare bêje PKK bi pêşengiya Rêber Apo di nava civaka Kurdistanê de ronesansa xwe pêk anî. Ji vî milî ve têkoşîna PKK’ê sînorên Kurdistanê jî derbas kir û belavî hemû cîhanê bûye. Lewma îro li seranserê cîhanê kesayetên mîna profesor, fîlozof, akademîsyen, hunermend, siyasetvan, rojnameger û hwd. ji bo qedexeya neheq a li ser PKK’ê bê rakirin di nava têkoşînek mezin de ne.

Têgihîştina ku PKK’ê di civakê de avakiriye îro ne tenê li Kurdistanê li gelek welatên cûda jî îlham dide gelan. Em bala xwe didinê welatên ku qet me navê wan nebihîstiye; îro takoşîna PKK’ê û gelê kurd nasîn ku ji bo jiyana azad ji bo xwe mînak dibînin. Ji vî aliyî ve PKK êdî bûye malê civaka hemdem. Lewma îro ne tenê kurd, hemû kes xwedî li xeta PKK’ê û têkoşîna wê ya mafdar derdikeve.

Civak bi berxwedana dîrokî ya PKK’ê bi gewde dibe û pêş dikeve. Ji ber vê yekê, ne tenê gelê kurd li gelek deverên cûda dildarên azadiyê damezrandina PKK’ê weke cejna vejînê pîroz dikin. Xwedî derketina li xeta azadiyê bi pêşxistin û mezinkirina têkoşîna PKK’ê ve dibe. Ji bo vê divê bêyî ku em ji xwe re bendên ku hatine çêkirin bikin astengî, têkoşîna xwe mezin bikin û xwe bigihînin azadiyê.