30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tevgera Azadiyê û rêberê wê gelê kurd kirin xwedî vîn û nasname 

Nivîskar Fuat Kav diyar kir ku Tevgera Azadiyê hêza xwe ji gel û bîrdoziya xwe ya xurt digire û der barê mijarê de ev tişt got: “Tevgera Azadiyê ziman, çav û guh da gelê kurd û kurd kir xwedî vîn û nasname.”

Di ser avakirina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) re 45 sal derbas bûn. Di têkoşîna PKK’ê ya 45 salan de bi hezaran endamên wê û bi deh hezaran kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Tevî vê rewşê jî PKK li dijî Tirkiye û NATO’yê têkoşîna xwe bênavber  didomîne û bandor li siyaseta herêmê û cîhanê dike. Nivîskar û rojnameger Fûat Kav ji rojnameya me re axivî û pirsên me yên derbarê PKK’ê de bersivand.

Em bi nasîna we ya PKK’ê dest pê bikin. We çawa û li ku PKK’ê nas kir?

Di serî de divê bê zanîn ku avakirina Tevgera Azadiyê bûyerek ku di dîroka Kurdistanê de bi awayekî mutlaq bê destgirtin û divê bi dehan caran bê analîzkirin, şirovekirin û nirxandin. Di vê wateyê de weke kesekî ku bûye şahidê vê bûyerê, di heman dem û pêvajoyê de bi cîhana polîtîk, mijûlkirina bi pirsgirêkên kurd re ji bo min pir girîng bû. Di pêvajoya avakirina Tevgera Azadiyê de bêguman demek ez bi awayekî profesyonel bi pirsgirêka kurd re mijûl bûm. Di vê asta bîrdozî û pêvajoya polîtîk de ji aliyê rêxistinî ve min heta astekê cih digirt. Ez tev li pêvajoya avakirinê nebûm. Lê di vê pêvajoye de tev li xebatên binesaziyê bûm. Ji ber vê yekê min ev pêvajoya avakirinê bi kelecanek mezin pêşwazî kir.

Têkoşîna çekdarî ya PKK’ê ya 45 salan tesîreke çawa li gelê kurd kir?

Mirov dikare înşakirin, îlankirin û têkoşîna avakirina Tevgera Azadiyê, weke mudaxaleya jiyana kesekî nexweşê giran ê nav nivînan ku bijîşk jê re dibêjin, ‘êdî jiyana wî ne pêkan e”, pênase bike. Mirov dikare bibêje ku ev li dijî kurdê nexweşê nav nivînan ê li ber mirinê operasyoneke mezin e. Tevgera Azadiyê; ji bo kurdan bîrdoziyek li gorî serdema me, çavekî ku bibe sedem li ser bingehek rast dinyayê bibîne, zimanekî ku ji bo xwe îfade bike biaxive û niqaş bike û cîhana ku fikrekê û nerîneke karibe ji bo xwe polîtîkayê bike, ava kiriye.

Tevgera Azadiyê bûye fikr, çav, ziman û guhê gelekî ku bêbîrdozî, ker, kor û lal. Bi nasnameya polîtîk, ji bo kurdan ku di Rojhilata Navîn de herî qedîm in bûye şeref û rûmet. Ya herî girîng jî anîna azadiyê, fikra jiyana azad û karaktera fikra azad daye gel. Eger îro kurd bikaribin pirsên weke “Divê çawa bijîn, çawa biaxivin, çawa bimirin, ji bo kê polîtîkayê bikin, divê bi kê re heta ku bimeşin, dost kî ne û dijmin kî ne” rast bibersivînin, ev bi saya afirînerê Tevgera Azadiyê û Rêberê Tevgera Azadiyê pêk hatiye.

Bi cewherî Tevgera Azadiyê di nava 45 salan de tenê gel û neteweyek ji nû ve neafirand, di heman demê de şoreşek bi pêş xist. Lê ji ber gelek beşên mirovan, şoreşan di wateya berê ya klasîk de fam dikin, dibêjin “Ka çi bû”. Lê êdî şoreş li gorî serdemên berê pêk nayên. Êdî şoreşên zihnî, fikrî, hestî û ruhî ketine pêş. Yanî ewil şoreşa zihnî, fikrî û ruhî û piştre jî şoreşa avakirina civakî, li ser wê pêş dikeve. Yanî serdema wekî berê ku dewletekê hilweşîne û li şûna wê dewleteke din ava bike, bi dawî bûye. Êdî ewil şoreşên zihnî, fikrî û ruhî pêk tên, piştre înşakirina polîtîk û civakî pêk tê.

Berî her tiştî Tevgera Azadiyê civakek mirî ji nû ve zindî kiriye. Neteweyek hatibû qedexekirin ji nû ve derxistiye ronahiyê. Hişê neteweyî û azadiyê daye avakirin. Ji bo jinên bûbûn weke koleyan di aliyê bîrdozî, fikrî, polîtîk, rêxistinî û parastina cewherî de şoreşek mezin ava kiriye. Mirov ji vê yekê re bibêje Şoreşa Jinê di cihê xwe de ye. Amazonên mîtolojîk ku tevgerek rast a jinan e, îro aniye asta ku karibe pêşengiya jinên cîhanê bike, ew bi rêxistin kirine û seknek jinê derxistiye holê. Her yek ji van li cihekî weke Kurdistanê şoreşekek mezin e. Li şûna netewe dewletê; Neteweya Demokratîk û Civaka Exlaqî û Polîtîk pêşniyar dike. Ev şoreşên di asta tezên teorîk de ne.

Ewil nêzîkatiya dewletê çibû. Niha nêzîkatiya dewletê li hemberî PKK’ê çi ye?

Weke her demê, di serdema ku Tevgera Azadiyê derket holê jî dewletê hişmendî, helwest û pêkanînên xwe yên berê dîsa berdewam kir. Rûyê xwe yê înkar û polîtîkayên komkujiyê yên dema Koçkirî, Dêrsim, Agirî û Şêx Seîd di vê pêvajoyê de jî berdewam kir. Dewletê politîkayên înkar, îmha û komkujiyê di vê pêvajoye de bêtir kûr kiriye. Her ku Tevgera Azadiyê mezin bû û bi pêş ket, dewletê jî bêtir polîtîkayên komkujiyê û înkarê pêş xist. Tirkiye piştî bû endamê NATO’yê, ji welatên endamên NATO alîkarî xwestiye. Ya li dijî Tevgera Azadiyê şer dike NATO bi xwe ye. Her welatekî ku endamê NATO’yê ye, li dijî Tevgera Azadiyê rolên cuda cuda girtine ser xwe. Di sala 1999’an de komploya Navdewletî ku li dijî Birêz Abdullah Ocalan pêk anîn, mînaka herî şênber a vê yekê ye. Dewleta Tirkiyeyê polîtîkayên înkar, îmha û komkujiyê didomîne.

Çima PKK tevgereke cîhanî ye? Ji ber kîjan hêlên PKK’ê ji neteweyên cuda kes tev li refên wê dibin?

Rast e Tevgera Azadiyê weke tevgerek kurd û tevgerek kurdistanî ava bû û pêş ket. Avakirina wê ya bîrdozî, şeklê rêxistinî, cîhana wê ya fikrê û bernameya xwe bi piranî li gorî vê yekê ava kir. Lê Tevgera Azadiyê ne tenê ev e. Hîn di serdema komê de û xwe bi navê ‘Şoreşgerên Kurdistanê” bi nav dikirin de jî weke komek tevgera enternasyonalist xwe bi şekil kir û bi rê ket. Haveynê wê yê esil li ser bingeha kurd-tirk xwe girt (çêbû). Yanî yekemîn kadroyên sîsikê (çekîrdek) ji kurd, tirk û lazan (karadenîziyan) pêk dihat. Tirkiyeyiyên weke Hakî Karer, Kemal Pîr û di nava navenda tevgerê de hebûn û hê jî hene. Bîrdoziya tevgerê jî li ser bingeha enternasyonalist ava bû. Cîhana wê ya rêxistinî û fikrî jî her ku çû li gorî vê rastiyê xwe ava kir. Hê ji wê demê ve xwedî helwesteke ku li ser bingeha rêxistinkirin û rêveberiya polîtîk ku bikaribe vîna hevpar a gelên Tirkiye û Kurdistanê temsîl bike, bû. Mînak Kemal Pîr di salên 1981-82’an de li dadgehê gotibû “Armanca me ew e ku em li Rojhilata Navîn pergalek Konfederalîzma Demokratîk ava bikin.” Û dîsa gotibû “Ez bawer dikim ku dê di pêşerojê de stratejiya me ya têkoşînê di nava pratikê de bi pêş bikeve”. Tevgera Azadiyê ji destpêkê ve fikra enternasyonalist û tarza jiyana hevpar diparast. Li şûna van ferasetan, civaka exlaqî, polîtîk, pergala komunal û yekitî û wekheviya gelan, diparast. Bi vê fikrê teşe girt û bi pêş ket. Birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê bi rexnedayinê hem xwe û hem jî tevgera xwe anî astek pir bilind. Di vê wateyê de bi teza ku Birêz Abdullah Ocalan nû bi pêş xist, bi teoriya şoreşê ya nû û bi paradigmaya nû, xwe kir Rêberek gerdûnî. Tevger û rêxistina xwe jî kir tevger û partiyek gerdûnî. Mirov êdî dikare bibêje Rêberê ku bû gerdûnî, di heman demê de tê wateya partiya gerdûnî.

Ev her du têgeh bi awayekî teqez û bêguman rast in. Îro di nav Tevgera Azadiyê de bi milyonan dostên wê yên ne kurd hene. Ne tenê ev, îro di nava refên tevgerê de yên têdikoşin û ya herî girîng ên li gorî paradîgmaya nû li welatên xwe têdikoşin jî ew qas zêde ne. Di Şoreşa Rojava de bi hezaran şoreşgeran cih girt. Yên hêj şoreşê diparêzin hene. Ev mînak nîşan didin ku Tevgera Azadiyê bûye gerdûnî. Mînaka herî şênber ku tevger bûye partiya cîhanê jî baweriya bi milyonan a ji Birêz Ocalan e.

Tevî gelek operasyonên li dijî wê jî PKK hebûna xwe didomîne. Li gorî we PKK vê hêza xwe ji çi digire?

Tevgera Azadiyê berî her tiştî hêza xwe ji bîrdoziya xwe ya rast, polîtîkayên xwe yên rasteqîn, kiryarên xwe yên pratîk ên nûjenkirî û stratejiya xwe ya şoreşgerî û li gel van hemûyan hêza xwe ji gelê kurd û tevgerên şoreşger ên cîhanê yanî yên enternasyonal digire. Ji ber vê yekê komployên li hemberî Tevgera Azadiyê pêş ketin, bi ser neketin. Hemû hewldanên tasfiyekirina hundir û derve pûç kir. Tevî ku dewletê û hikûmeta AKP’ê hêza NATO’yê daye pişta xwe jî 20 sal in hemû cureyên operasyon, dagirkeriyan dike jî nikare encamê bigire. Eger rêveberiya AKP-MHP’ê ji ber şerê li dijî tevgerê, her roj dihele, hêzê winda dike, qeyrana aborî û siyasî pêş dikeve û dîsa jî nikare encam bigire, sedema vê yekê ew e ku Tevgera Azadiyê hêza xwe ji gelê kurd digire û şaxê xwe bera nava gelê kurd daye.

Her çend bi piştgiriya NATO’yê Rojava û başûrê Kurdistanê dagir kiribe û hemû teknîka herî pêşketî bi kar anîbe jî dîsa bedela wê pir giran bûye û bi ser neketiye. Niha artêş herî bihêz û rêxistina polîtîk ku dizane şer bike û xwe biparêze Tevgera Azadiyê ye. Dewlet bi ser neketine. Îktîdara AKP’ê tenê hêza leşkerî ya hişk bi kar tîne, êrîşî derdora xwe dike û hemû kesî tîne hemberî xwe. Ji bilî wê tu tişt nekiriye. 40 sal in bênavber têkoşîna azadiyê heye û didome.

Niha li dijî PKK’ê şer di çi astê de didome. Tirkiye bi vî şerî çi armanc dike?

Tevgera Azadiyê beriya niha gotibû ku şerê cîhanê yê sêyemîn jêneveger e. A rastî Birêz Abdulalh Ocalan diyar kiribû ku komploya li dijî wî destpêka şerê sêyemîn ê cîhanê ye. Li ser vê yekê bi cîldan pirtûk nivîsiye. Destnîşan kiribû ku nakokiyên li erdnîgariya Rojhilata Navîn bi pêş dikevin ji ber bawerî, çîn û jinê ne. Dîsa li vir rol û rista Tevgera Azadiyê jî danîbû holê. Xuyaye ku dê şerê heyî bidome. Ev şerê cîhanê ye. Hemû hêzên mezin ên navneteweyî li vir bi awayekî şer dikin. Şer li ser axa kurdan didome. Armanca Tirkiyeyê ew e ku kurdan tune bike. Bi komkujî û kuştina kurdan dixwaze li gorî xwe pirsgirêkê çareser bike. Dîsa dixwaze bi dagirkeriyê axa xwe mezintir bike. Kurd jî armanc dikin ku xwe biparêzin û di qada navdewletî de pirsgirêkê çareser bikin. Helwesta Tevgera Azadiyê ne ketina nava şer e. Armanc dike ku di xeta sêyemîn de xwe bike hêza çareseriyê.

Komployê bandorek çawa li tevgera azadiyê û gelê kurd kir?

Bêguman bandora komploya li dijî Birêz Abdulalh Ocalan neyîni bi pêş ket. Armanca komployê tasfiyekirina Tevgera Azadiyê bû. Lê stratejiya ku li girava Îmraliyê hat pêşxistin ev komplo pûç kir. Hem paradigmayeke nû pêş xist hem jî li pêş tasfiyekirina tevgerê bû asteng. Birêz Ocalan bi nexşerêya sêyemîn ji bo hêzên şoreşger bûye stratejiya têkoşîneke nû. Lê ev nayê wateya ku komplo bi tevahî tasfiye bûye. Em dizanin ku hem dewleta tirk hem jî hêzên navdewletî bi rêbazên cuda komployê berdewam dikin. Dagirkirina Başûr û Rojava, operasyonên li Bakur bênavber tên meşandin, girtina bi deh hezaran siyasetmedaran encama vê yekê ye. Lê komploya esas dewamkirina tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan a li girava Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî”pêwîst e. Ev pêngava azadiyê ku dostên Birêz Ocalan û kurdan dane destpêkirin pir girîng e. Lewra ji ber 25 sal in Birêz Abdullah Ocalan di zindanê de dîl hatiye girtin, divê êdî rojekê jî li zindanê nemîne. Azadiya Birêz Abdullah Ocalan dê gelek pirsgirêkan jî bi xwe re çareser bike. Ji ber vê yekê fêdeya girtina Birêz Abdullah Ocalan ji bo tu kesî tuneye.

Fûat Kav kî ye?

Di sala 1976’an de bi awayekî çalak tev li pêvajoya têkoşînên çînî û neteweyî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi pêşketin bû. Ji bo çareseriya pirsgireka kurd di asta profesyonelî de di nava xebatên rêxistinî de cih girt. Di sala 1980’î de bi darbeyê re hat girtin. Di serî de li Zindana Amedê li gelek girtîgehan bi giştî 20 sal û 6 meh û 6 rojan girtî ma. 3 salan li Tirkiyeyê tev li pêvajoya siyaseta demokratîk bû. Piştre neçar ma ku derkeve derveyî welat. Niha karê rojnamegerî û nivîskariyê dike.