3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja dawî ya agirbesta Xezayê û hêviyên dirêjkirina agirbestê

Di roja dawî ya agirbesta Xezayê de gelek alî hêvî dikin ku ev agirbest were dirêjkiriun lê Netanyahu di xwe ya bi Biden re wiha got: “Israîlê dê piştî bidawîhatina agirbestê operasyonên xwe li Xezayê bidomîne”

Nivîsgeha Netanyahu wergirtina lîsteya girtiyên Hemasê ku biryar e di beşa çarem de bên berdan piştrast dike û balê dikişîne ser wê yekê dike ku pirsgirêkên mezin di lîsteyê de hene û danûstandinên ji bo guhertina wê hene.

Agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de ku îzna berdana girtî û girtiyan û ketina alîkariyên lezgîn bo Zîvala Xezayê, îro ket roja xwe ya çaremîn û ya dawî, di nav gotûbêjan de ji gelek aliyan ve daxwaza dirêjkirina vê agirbestê tê kirin.

Nivîsgeha Serokwezîr Benjamin Netanyahu wergirtina lîsteya girtiyên di destê Hamasê de piştrast kir ku biryar e di beşa çarem de were berdan û da zanîn ku pirsgirêkên mezin di lîsteyê de hene. Çavkaniyekî agahdar ji Reutersê re ragihand ku navbênkarên Qeterê bi Îsraîl û Hemasê re dixebitin ji bo çareserkirina pirsgirêkan û nehiştina derengmayînê.

Beriya niha kanala 12 ya Îsraîlê ragihandibû ku Îsraîl lîsteyek ji 11 navan wergirtiye ku di beşê çarem de bên eşkerekirin, di heman demê de dezgeha ragihandinê ya Îsraîlê dabû xuyakirin ku heta niha ti piştrastî li ser wergirtina lîsteya wan kesên ku biryare îro werin aşkerekirin, nîne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pêşwaziya îhtîmala azadkirina deh rehîneyan ji bo her rojek zêde ya agirbestê kir. Netanyahu di peywendiya telefonî ya bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re got ku Îsraîl piştî bidawîhatina agirbestê dê bi hemû hêza xwe operasyonên xwe yên leşkerî li Xezeyê bidomîne.