3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Heta gavên şênber bên avêtin wê çalakiya me bidome’

Girtî Yakûp Akman ku ji bo Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ket greva birçîbûnê, diyar kir ku heta gavên şênber tên avêtin dê çalakiya xwe bidomînin.  

Li Girtîgegha Marmarayê, Yakup Akman ku ji salla 2019’an ve bi angaşşta “Di çarçoveya fermana rêxistinê de daristan şewitandiye” û “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” girtî ye û tev li greva birçîbûnê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd çareserî” de hatiye destpêkirin bû, diyar kir ku heta gavên şênber tên avêtin dê çalakiya xwe bidomînin.

Akman, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û têkildarî greva birçîbûnê ev peyam da:

“Agahînegirtina ji Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî me xistiye nava fikaran. Li ser navê girtiyên siyasî hemû malbatên me yên hêja û gelê me yê welatparêz silav dikim. Gelê me yê welatparêz ê hêja, li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke ku mînaka wê li tu deveran nîne tê ferzkirin û tu agahî jê nayên girtin. Ev rewş hem me hem jî gelê me dixe nava fikaran. Hînbûna tecrîdê zilm e. Em ê ne hînî vê rewşê bibin ne jî qebûl bikin. Weke girtiyên siyasî; em ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re ragidihînin ku me ji bo bidawîkirina tecrîdê, azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Heta ku gavên şênber tên avêtin jî dê ev çalakiya me bidome. Weke girtiyên siyasî em banga berxwedanê li gelê xwe jî dikin. Bijî berxwêdana zindanan.”