spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegerên îşkence li wan hat kirin serî li ÎHD’ê dan

Rojnamegerên ku ji ber şopandina çalakiya 25’ê Mijdarê li Şirnexê polîsan wan bi îşkenceyê binçav kiribûn, serî li ÎHD’ê dan.

Li Şirnexê, di şopandina çalakiya 25’ê Mijdarê Roja Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de polîsan li rojnamegeran dabûn û ew bi îşkenceyê binçav kiribûn û ekîpmanên wan ên teknîkî jî şikandibûn. Rojnamegeran, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê dan. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût û Omer Akin û nûçegihana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn piştî serlêdanê li avahiya komeleyê daxuyanî dan. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Hevserokê Şaxa ÎHD’a Şirnexê Haşim Togûrlû jî tev li daxuyaniyê bûn.

Rojnameger Dûrgût da zanîn ku bi jinên çalakger re hatine binçavkirin û wiha got: “Li gel ku polîsan em as dikirin jî em binçav kirin. Ji ber ku nexwestin em tundiyê bikişînin. Di dema binçavkirinê îşkence û heqaret li me hate kirin. Di wesayîtê de em bi saetan destkelemçekirî hatin sekinandin. Em ê tiştên diqewimin bi raya giştî re parve bikin.”

Gultekîn: Tundî li me hat kirin

Rojnameger Gultekîn jî diyar kir ku di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de tundî li wan hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku em jin bûn û xebatkarên Çapemeniya Azad bûn lewma rastî vê tundiyê hatin. Tu mudaxile li xebatkarên çapemeniya nêzî îktîdarê nekirin. Lê gef li me hatin xwarin û hatin binçavkirin. Jin jî bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Ev dîmenên îşkenceyê ku em hatin binçavkirin lewma hatin kişandin. Ji bo şikandina kameraya min tundî kirin. Ji ber vê tundiyê jî di tiliya min derizî.”

Akin: dest nedan çapameniya alîgir

Rojnameger Omer Akin jî bal kişand ser tundî û zexta li xebatkarên Çapemeniya Azad tê kirin. Akin, wiha got: “Dema em hatin binçavkirin, nûçegihanên Ajansa Anadoluyê û çapemeniya nêzî îktîdarê jî li wir bûn. Lê ew nehatin astengkirin. Me piştre li nûçeyên wan nihêrt û me dît ku çalakvan weke sûcdar nîşan dane. Hewl dane hêzên ewlekariyê rewa nîşan bidin. Em hedef hatin girtin û binçavkirin. 10-15 polîsan dor li min girtin, kameraya min bi darê zorê ji min standin, bi pêhn û kulman hatim derbkirin. Ji bo ku dengê wan ji hêla kamerayên wan ve were qeydkirin, diqîriyan û digotin ‘li ber xwe nede’ û derb dikirin. Min dît ku kameraya min li erdê xistin. Piştre li erdê hatim dirêjkirin û derketin ser pişta min. Dema li erdê destên min ji piştve hatin kelemçekirin. Di wesayîtê de polîsekî çêr li min kir û got; ‘ma me negote te nekişîne?’ Rapora ‘derb tune ye’ dan. Polîsê TEM’ê ji min re got; ‘heke em te careke din li van deveran bibînin dê bêhtir li te bixin.’”

Bi domdarî Akin, diyar kir ku ji bo jêbirina dîmenên derbkirinê yên di dema binçavkirinê de, polîsan kameraya wî şikandine û wiha pê de çû: “Dema ez li emniyetê, kameraya min anîn. Dema min kontrolkirî min dît ku beşa xwendina qerta SD’ê hatiye şikandin. Xuyaye ku hewldane dîmenên min kişandin tune bikin. Em li sre şopa Apê Mûsa ne û dê îro jî sibe jî bixebitin. Ne îşkence ne jî girtin dê nekarin me têk bibin.”

Togûrlû: Em ê gilî bikin

Hevserokê Şaxa ÎHD’a Şirnexê Haşim Togûrlû jî wiha got: “Dema em li kitekitên serlêdanê dinihêrin, dibêjin ku hêzên ewlekariyê bi îşkenceyê ew binçav kirine. Têkildarî mijarê em ê li dozgeriyê gilî bikin.”