spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îro dîsa gelek kes hatin binçakirin

Îro serê sibehê li gelek bajaran polîsan bi ser gelek malan de girtin û di serdagirtina de gelek kes hatin binçavkirin.

Îro di danê sibehê de li navçeya Ceyhan a Edeneyê bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinan de Ahmet û Şerîf Bahadir jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Osmaniye

Di encama serdegirtinên malan ên li Osmaniyeyê de jî Berdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Bajar Îsmaîl Esen û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Bajar Muslum Çagan hatin binçavkirin. Hat zanîn ku Çagan û Esen birin Midûriyeta Emniyetê ya Osmaniyeyê.

Riha û Dîlok

Li Taxa Yenîce ya navçeya navendî ya Rihayê Eyyubiyeyê jî polîsan bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Mahmût Înanç (18) hate binçavkirin û birin Şaxa TEM’ê. Sedema binçavkirina Înanç bi malbatê re nehat parvekirin.

Di heman demê de polîsan li Taxa Karacaoglan a navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê jî bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Abdurrahman Elmas (26) hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Elmas nehat zanîn.