4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serpêhatiya xortê ermen

Kêra wî ya bixwîn di dest de bûye, cil û bergê wî hemû bixwîn li der mizgeftê disekine ku milet derkevin. Di wê kêliyê de seydayê mîzgeftê li pêşiya cemaetê dertê.

Di welatê me kurdan de bi teybetî li herêma Serhedê gelê ermen dijiya. Bi kurdan re bûne kirîv, cînar û di nava hev de bûn. Ola wan ji hev cudabûna jî di çand û hunerê de bi hev re bûn.

Cejna Qurbanê tê, di rojên baweriyan de her civak li gorî dêr, mizgeft, Laleş û Cemê erkên xwe pêk tînin û li gorî wan tevdigerin. Di herêma me ya Serhedê de ew roj Cejna Qurbanê bûye.

Cînarên kurdên misilman qurbanê serjê dikin. Xanima Kispanê ermen dibêje; ji me re conegakî bikire em ê jî qurban serjê bikin.

Kispan dibêje; xanim tişta ku dibêjî pîroz e lê ez nizanim serjê bikim. Hemû cînarên misilman çûne mizgeftê nimêj dikin. Piştî nimêjê ku ji mizgeftê derdiketin boraq û qurban serjê dikirin, li cînaran belav dikirin.

Kispan dike nake hevjîna wî dibê tu yê vê conegê serjê bikî. Neçar dimîne conega bi darê ve girê dide kêra xwe digire davêje stûyê conega. Lê tu caran heywan û ajalek serjê nikiriye, conega ji kap difilite û direve. Kispan îşligek spî lê bûye xwîna conega davêje ser û guhê wî û di xwînê de dimîne.

Xanima wî dibêje; tu nizanî vê heywanê serjê bikî, ka here cînar çûne mizgeftê vê gavê wê derên. Ji wan re bibêje kesek ku dizane conega serjê bike bila were alîkariya te bike.

Kispan conega girê dide stûyê heywan tev bûye xwîn û berê xwe dide derê mizgeftê. Kêra wî ya bixwîn di dest de bûye, cil û bergê wî hemû bixwîn li der mizgeftê disekine ku milet derkevin. Di wê kêliyê de seydayê mîzgeftê li pêşiya cemaetê dertê.

Kispan bi tevî kêra bixwîn ji melayê mizgeftê re wiha dibêje; gelî camêran di nava we de misilmanek ku bizanibe qurbanê serjê bike kî ye?

Dema ku vê gotinê dibêje ew cemaet kêra bixwîn û cilê li ser Kispan dibînin, ji tirsa kêrê û Kispan hemû tiliya xwe bi alî seyda ve dikin. Dibêjin di nav me de misilmanê xas seydayê me ye, ew dizane.

Seyda dibîne ku her kes wî nîşan dide li kêra bixwîn nihêrî û di dilê xwe de got; bi xwedê ev camêr wê min bide ber kêran qet û parî bike. Seyda dibêje; xortê hêja ez bi quran û incîlê sond dixwin ku ev hefteyeke ez ji ola islamê derketime. Li misilmanekî din bigere.

Kispan dibîne ku bi şaş hate fêmkirin û wiha dibêje; seyda te û cemaeta xwe ve min şaş fêm kir, ez cînarek we me, îsewî me, nehatime şer. Min xwest conegayê xwe bikim qurban û goştê wî bidin der û cînaran. Lê min nizanî bû ji ber wê xanima min got here mizgeftê.

Dema vê gotinê dibêje cemaet li seyda vegeriyan û gotin; seyda te çima got ez ji ola islamê derketime?

Seyda dibêje; gelî camêran hemû ol û bawerî olê Xweda ne. Xweda di sureya Beqere ayeta 195 de dibêje qencî bikin malê xwe di rêya Xweda de bidin lê bi destê xwe canê xwe navêjin xeter û tehlûkeyê. Min ji ber wê got di destê vî camêrî de xencer û cilê wî bi xwîn wê me hemûyan qet û parî bikira.

Seyda û cemaet bi hev re diçin qurbana Kispan serjê dikin. Goştê xwe digirin û her yek berê xwe dide mala xwe. Hê jî ev serpêhatî di nava herêmê de tê gotin û dubare dibe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê