3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çanda Newrozê li Rojhilat û Îranê

Qewmên dêrîn li serdema esatîrî de her çend xwedî binyatên civakî û ferhengiyên ciyawaz bûn lê bi giştî bawerî bi nû vebûn û roja nû vebûnê yanî Newrozê hebûn. Bingeha baweriya wan ev bû ku Afiran her salekê yan her dewranekê xwe nû vedike.
Wateya Newrozê li gorî esatîran yanî ji nû dest pêkirina afirandinê ye. Ji xwe pênase û felsefeya Newrozê mijarek pir dûr û dirêj e divê bi tena serê xwe bê ravekirin. Em vegerin li ser çanda Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê ku çawa ew merasim tê lidarxistin. Gelê Îranê jî ligel gelê kurd 21’ê Adarê ango yekem roja Newrozê weke cejna destpêka sala nû pîroz û pêşwaziyê li saleke nû dike.

Li gorî salnameya Îranê, 21’ê Adarê dibe 1’ê meha Ferverdînê û sala kevin bidawî tê û sala nû dest pê dike. Ji bo merasima Newrozê li her malekê de sifreyek bi navê sifreya heftsîn tê amade kirin (li gorî hin agahiyan di nav çanda kurdan de sifreya heftşîn hebûye û xwarin û amûrên ku bi tîpa Ş destpê dikin li ser wê sifreyê hatine bi cih kirin. Bi demê re gelê îranê heftsîn bi nav kirine û bi kar anîne). Li ser wê sifreyê heft team an xwarin û amûrên ku di zimanê farsî de bi tîpa S destpê dikin tên bicihkirin, weke: sîr, sike, semenû, sêv, simaq, sebze, sumbil. (pêwîst e em li ser xwarin û amûrên ku di zimanê kurdî de bi tîpa Ş dest pê dibin û li ser sifreya heftşîn têne danîn lêkolîneke berfireh bikin).

Li kêleka wan heftsînan, masiyên sor di cameke avîn de, Qurana pîroz, hêka rengkirî, gul û şîrînî û mûmdank jî têne bi cih kirin. Ew çand her salê li destpêka Newrozê di nav gelê kurd û fars û hwd li Îranê bi rê ve diçe. Berî Newrozê ango berî sala nû, cejnek bi navê cejna çarşemasorî bi rê ve diçe. Ew cejn her sala şeva sêşemiyê ku ber bi roja çarşemê ve diçe û çarşemba dawî a salê ye bi coş û kelecaneke pir mezin li gund û bajaran tê pîroz kirin. Wê şevê her kes li ber deriyê mala xwe agirekî gur û geş hildikin û li ser agir bazdidin, piştî merasima agir hilkirinê, keç û xortên ciwan û zarok jî ser û rûyê xwe dipêçin û mal bi mal li ber deriyan digerin û diyariyan kom dikin. Hêjayî gotinê ye merasima ber deriyan gerînê niha wekî berê nemaye û mixabin pir kêmreng bûye.

Piştî ku cejna çarşemasor bidawî hat hêdî hêdî ber bi pîrozkirina Newrozê ve diçin. Ji roja yekem a Newrozê heta 13 rojan betlane ye, roja sêzdan ku bi navê roja xwezayê hatiye binavkirin,( ew roj bi navê sêzdeh bider jî hatiye binavkirin), hem ji bo gelê kurd hem ji bo gelê Îranê rojek taybet e. Di wê rojê de piraniya gel li malên xwe derdikevin û berê xwe didin xwezayê. Li gor hin baweriyan divê çi kes li hindirê malê de nemîne û berê xwe bide xwezayê ta ku wê roja ku jê re dibêjin bêyom e derbasî xwezayê bibin û bêyomiyê li xwe dûr bikin. Heta êvarê bi dîlan û govend û şahiyê roja sêzdeh bidrê, bi der dikin û diqedînin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê