17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroz çanda roj û ronahiyê ye

Mehmet Akdogan

Çand di dîroka hemû gelan de weke wate ya hemû nirxên madî û menewî tê (helsengandin) dîtin. Gelek kes weke nasname û rastiya gelan didin pênasekirin. Ji ber vê yekê em dikarin bi dilrihetî bibêjin, çand, afirandin û vejîn e ku reng û dengê wî gelî pê dizên û bi wateya wê mezin dibe, teşe digire û dikemile. Gelek, çendî qedîm û dîrokî be, ew qas xwedî çandeke dewlemend û bi wate ye. Ew jî di her hêlê de wî gelî bi karekter dike û dibe nasnameya jîyana wî…

Bes çand bê zemîn dernakeve holê û nabe nasnameya gelekî. Ew jî berê me dide demên serûbinbûna civakê, ango demên şoreşê. Şoreş weke maka çandê derdikeve holê û çanda nubûnê weke stêrkeke geş li esmanê hebûna civakê dibiriqîne. Şoreş bi qasî mezinbûn û wateya xwe çandekê derdixe holê. Ji ber wê yekê têkiliyên şoreş û çandê ji hev qut nabin, bê hev ne pêkan e.

Pîvanên xurtbûn û mezinbûna wan bi qasî hev in. Bêguman şoreş bêfikir û ramaneke nû çênabe. Divê hişmendî bi îdîaya jiyaneke nû derkeve holê bibe fanos da ku pêşiya şoreşê ronî bikin û di nava şevên tarî de ber bi armanca xwe ve biçe lê tenê bi wan jî nabe. Pêwistî bi lehengan heye ku bên û peywira wan fikran bidin ser milên xwe û pêş ve bibin. Lê berdêl giranbûha ye.

Berdêl jî canbexşandin û cangorîtî bi xwe ye. Zemînê çanda ku tê wateya hemû nirxên gel ên madî û manewî keda wan leheng û cangoriyan e. Bingeha afirandin û vejînê ew in. Ew êdî qerekterên jiyana nû û çanda jiyana wî gelî ne. Êdî çemê herikbûna afirandin û nubûna wî gelî dê bi qerekterê wan nemir bibe (mayinde bibe). Ji bo wê yekê, rojên serkeftinê û azadiyê jî qerekterê xwe ji wê çandê digirin. Hemû nirxên şoreşê, weke watêyên bêhempa di nava xwe de dihebînin û dibin cejn û derdikevin holê. Bêguman derketina cejna Newrozê jî bi wî rengî ye.

Her çi qas Newroz ji bo gelek gelên heremê weke cejna biharê û mizgîniya hatina biharê bi çoş bê pîrozkirin jî ji bo gelê kurd, wateya Newrozê ji wê wêdetir e. Tenê mizgîniya hatina biharê têra pênase û wateya wê nake. Erê Newroz serî rakirin û serkeftineke biharê ya li hemberî demsaleke sar û cemîdi ye. Roja lidawîhatina demsaleke zor û zehmet û serkeftina demsaleke nû ye, ku navê wê bihar e. Lê kurd wê rojê tenê weke mizgîniya hatina bihareke xwezayî najîn. Ew bi her awayî biharê dijîn. Newroz ji bo gelê kurd bihara hişmendiyê, bihara serkeftinê û bihara çanda berxwedan û serhildaneke bêhempa ye ku bi wê derketine meydana şaristaniyê ye. Ji ber wê yekê Newroz sembola qerekterekî şoreşger e. Sembola nukirinê û hevgirtineke neteweyî sembola hebunê ya li hember tunebunê ye.
Ji ber wê yekê divê nêzîkbûna pîrozkirina Newrozê bi vî rengî be. Çanda roj û ronahiyê, çanda jiagir divê bi vî rengî bê famkirin. Salê carekê agirê Newrozê tê hilkirin bes divê ew agir weke biryareke xwenûkirin û xwexurtkirinê li hemû salê belav bibe. Divê çanda Newrozê, çanda agir û rojê bandorê li salê bike û salê bike sala serkeftinê. Heke ne wisa be ew sal dê bi çanda Newrozê nejî û tu pêşketina dernexe holê.
Çinkû Newroz, weke destpêka derketina wê, îro jî aliyê neteweyî li pêş e. Di dîroka gelê kurd de, weke sembola azadî û serkeftinê xwe daye pêş. Ji bo ku gelê kurd di wê rojê de perdeya koletî û bindestiyê ji serxwe avêtiye, hemû perdeyên esaretê, yên tarîtiya zilm û zorê, bi tîrêjên roj û ronahiyê, bi alavên agir ji ser xwe avêtiye û derketiye meydana şaristaniyê.

Welatê kurdan weke welatê roj û agir hatiye binavkirin. Xwe afirandin û vejîna xwe di roja Newrozê de li ber ronahiya agir û ronahiya rojê pêk aniye. Zarokên gelê kurd weke zarokên roj û agir weke ala azadiyê meşaleya ji agir, ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem bi serfîrazî ji nifşekî derbasî nifşekî din kirine. Carinan bûye agir û di bedenên keç û xortên kurd de gur bûye û carinan bûye peyameke bi armancên neteweyî di roja Newrozê de bûye payam ji bo dost û dijminan.

Li her cihekî ku kurd lêdijîn reng û dengê neteweya xwe nîşanî dinyayê didin. Ji ber wê yekê gurbûn û xurtbûna agirê Newrozê, weke xurtbûn û gurbûna neteweyî tên dîtin û weke eyneyekê li pêş dost û dijmina disekine. Ji ber wê ye ku Newroz, agirêkî neteweyî, vejînê, xwe afirandin û nasnameya gelê kurd, reng û dengê wî ye, serkeftin û azadî bi xwe ye ku nevemiriye û dê qet venemire. Ji ber wê yekê zemînê çanda kurd a ku dibe helbest, stran, roman, destan, foklor û jiyanê bi xwe dixemilîne, ronahiyê dide pêşerojê, qerekterê roja Newrozê ye.