17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çandar gotina ‘dekorasyonê’ zelal kir

Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar têkildarî pênaseya xwe ya “dekorasyonê” axivî û wiha got: “Heke rê li ber xeletfêmkirinê vekiribe, wê demê xelet e. Ji bo têkbirina rejîma zilmê divê em weke Tifaqa Ked û Azadiyê xebatên xwe bi awayekî herî xurt bidomînin.”

Ji namzetên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Cengîz Çandar, di gotûbeja xwe ya ji Medyascopê bi Rûşen Çakir re gotibû; “Bi rastî jî bertekên gelek hêja û delal hatin nîşandan. Ji ber ku hûn ji kîjan alî ve jî lê binêrin; qada esasî ya ku ji hêla civaknasiyê ve barê partiyê li xwe digire, qada kurd e. Gelo ma tirk di nava partiyê de tune ne? Hinek derdorên çep jî hene. Lê ev zêdetir weke dekarasyonê ne.” Van gotinên Çandar rê li ber nerazîbûnan vekiribû. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Azad Altay  û Mehmet Guleş jî têkildarî axaftina rê li ber nîqaşan vekiribû, bi Çandar re axivîn. Çandar, der heqê wan gotinên xwe de wiha got: “Min ferq kir ku min dilê mirovan hiştiye. Tekane mebesta min a ji van gotinan ew bû ku bibêjim nûnertiya kurdan a di nava HDP’ê de pir xurt e.”

Şansekî mezin e

Çandar, diyar kir ku li navend û navçeyên Amedê rastî coşeke bi qasî ku xeyal nedikir hatine û wiha got: “Di demên berê de min ji bo HDP’ê gotibû, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê xweşiktirîn bûyer e û xelata herî mezin a ji bo demokrasiya Tirkiyeyê ye. Wateyek da demokrasiya Tirkiyeyê. Lê çende heyf û mixabin ku rejîma zilmê ya li Tirkiyeyê ev derfet bi tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên HDP’ê, bi girtina nûnerên gel û bi sirgûnkirina wan ev derfet belasebeb tune kir. Partiya Çepên Kesk û HDP ji bo demokrasiya Tirkiyeyê şensekî pir mezin in. Min di çav û nêzikatiyên xelkê Amedê de hezkirin dît.”

Pênaseya ‘dekorasyonê’ zelal kir

Têkildarî pênaseya “dekorasyonê” jî Çandar ev tişt anî ziman: “Min di wan rexneyan de ferq kir ku bi wê pênaseya xwe min dilê hinek derdoran hiştiye. Min li wir wiha gotibû; ‘Me qala HDP’ê dikir. Piştrast bûm ku HDP zêdetir partiyeke kurd e. Di esasê xwe de HDP zêdetir mîna partiyeke kurd xuya dike. Derdorên tirk – bi çepgir û her tiştê xwe re ku min xwe û Hasan Cemal jî tev li kir ji ber ku em jî bi awayekî çalak tirk in- hêmanên dekoratîf in. Vê gotina min jî dilê pêkhateyên HDP û Partiya Çepên Kesk hiştiye. Rê li ber bertekan vekiriye. Min qala aliyê wê yê sazûmanî nekir. Min qala şexsan kir. Di esasê xwe de min dekoratîfbûn, bûyîna amûra dekarasyonê jî di wateyeke neyînî de bi kar neanî. Min tenê xwest bibêjim ku nûnertiya kurdan a di nava HDP’ê de xurt e.”

‘Mın di çarçoveya şexsan de got’

Çandar, got “Jixwe niyeteke min a wisa nîn e ku xwe jî biçûk bixim” û wiha pê de çû: “Ji ber ku min xwe jî xist nava vê dekorasyonê. Dekorasyon, tiştan xweşik dike. Lê ev yek rastiya nûnertiya xurt a kurdan a di nava HDP’ê ji holê ranake. Ev yek tiştekî baş e. Lê bê guman HDP berhema têgeheke nû ye. Xwedî îdiaye ku bibe partiyeke Tirkiyeyê. Heta ku gel û civakên cuda di nava xwe de nehewîne jî nikare bibe partiyeke Tirkiyeyê. Lewma jî heta ku ew hêmanên ku min weke dekorasyon pênase kirin nebin, nikare bibe partiyeke Tirkiyeyê. Lewma min ew gotin di wateyeke xirab de bi kar neanî. Lê dîsa jî rê li ber hinek dilmayîn û nerazîbûnan vekir. Ev yek nebaş bû, xelet çêbûye. Heke rê li ber fêmkirinên xelet vekiribe, wê demê xelet e. An jî diviya bû bi awayekî zelaltir bihata vegotin. Ez careke din dibêjim, min ew gotin di çarçoveya şexsan de got.

Ne dekorasyon lê pêkhateyên tifaqê ne

Partiya Çepên Kesk, pêkhateya Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Û di navenda tifaqê de ye. Jixwe mimkûn nîn e ku ez wan (partî û rêxistinên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin) weke amûrekê dekorasyonê bibînim. Lewma ne dekorasyon lê pêkhateyên tifaqê ne. Di vê çarçoveyê de ESP yek ji pêkhateyên herî girîng e. Gotina min a dekorasyonê teqez ne di wê wateyê de ye û divê wisa neyê fêmkirin. Ji ber ku pêkhateya wê partiyê Fîgen Yuksekdag, hevseroka giştî ya HDP’ê bû. Bi sala ne bi neheqî û bi awayekî derhiqûqî di hepsê de ye. Divê em van fêmkirinên xelet ji holê rakin û li pêşiya xwe binêrin. Weke Partiya Çepên Kesk û hemû pêkhateyên tifaqê, ji bo di hilbijartinên 14’ê gulanê de vê rejîma zilmê hilweşînin divê em bi awayekî herî xurt xebatên xwe bidomînin.”