18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Gorgun ku leşkeran ew înfaz kirbû serî li ÎHD’ê da

Malbata welatiyê bi navê Lokman Gorgun (bavê 8 zarokan) ku beriya çend rojan ji aliyê leşkeran ve hatibû kuştin, bi gumana “înfazkirinê” serî li ÎHD’ê da.

Endamê HPG’ê Mûsa Kahraman (Xebatkar Bagok) û xalê xwe Lokman Gorgun, di 8’ê nîsanê de li gundê Cînata yê li herêma Omeriya ya Mêrdînê di encama kêmîna ku li ser rê hatibû danîn de hatin kuştin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medya sanal angaşt kiribû kir ku her du jî endamên PKK’ê ne û faîlên sê polîsên di sala 2016’an de di pevçûnekê de hatibûn kuştinin. Piştî vê angaşta Soylû derket holê ku Lokman Gorgun (52) bavê 8 zarokan e û li gund debara xwe bi sewalkariyê dike.

Şêniyên gund û malbatên Kahraman û Gorgun ji destpêka bûyerê ve dibêjin ku her du kes jî hatine înfazkirin. Malbata Gorgun, bi gumana înfazkirinê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê da.

Malbata Gorgun, di serlêdana xwe de diyar kir ku Gorgun dema bi motorsîklêtê bi pêş ve çûye, rastî hinek çekdarên nasnameya wan nediyar hatiye û bi domdarî ev tişt dbêje: “Heta niha jî ne motora sor a bavê min nîşanî me dane ne jî delîlek.” Malbatê, destnîşan kir ku Gorgun piştî telefonekê ji malê derketiye û têkildarî şêweyê qewimîna bûyerê heta niha tu agahî bi wan re nehatine parvekirin. Bi domdarî malbatê wiha got: “Endamê tu rêxistinan nebû. Kesekê di halê xwe de bû, bavê 8 zarokan bû, cotkar bû û bi sewalkariyê mijûl bû. Li gorî me cendirmeyan belasebep gule lê reşandin û kuştin.”

Malbatê di serlêdanê de daxwaza alîkariya hiqûqî kir. ÎHD’ê jî da zanîn ku dê li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê serlêdana sûc bike.