7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di konvoya Partiya Çepên Kesk a Gebzeyê de qeza bû

Di dema xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk a li Gebzeyê de qeza çêbû û kesekê ji otobûsê kete xwarê bi giranî birîndar bû.

Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li herêma Marmarayê didome. Dema Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û namzetên parlamenteriyê Omer Farûk Gergerlîoglû û Dilşad Canbaz dihatin pêşwazîkirin, qeza çêbû.

Guney Merîç ku di otobûsa hilbijartinê de bû û bi awayekî dilxwaz tev li xebatên hilbijartinê bûbû, dema hewl dida wêneyan bikişîne ji otobûsê kete xwarê. Hat zanîn ku rewşa Merîç giran e û bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Beşekê şandeya di konvoyê de bi Merîç re çû nexweşxaneyê.