2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cangoriyên Komkujiya Pirsûsê hatin bîranîn

Di bîranîna ji bo şehîdên Komkujiya Pirsûsê de li gelek bajaran bîranîn pêk hatin û peyamên “Xeyalên wan bûn xeyalên bi milyonan kesan. Em ê heta dawiyê şoreşê biparêzin.” hatin dayîn

Îro salvegera 8’emîn a Komkujiya Pirsûsê ye. Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Baxçeyê Navenda Çanda Amara ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, DAİŞ’ê li dijî endam û ciwanên Komeleyên Federasyona Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ku dixwestin biçin Kobanê teqînek çêbû. Di komkujiyê de 33 ciwanan canê xwe ji dest dan. Qurbaniyên komkujiyê di salvegera 8’emîn de hatin bibîranîn. Li cihê komkujiyê Pirsûsê û li ser gorên qurbaniyan bernameyên bîranînê hatin lidarxistin.

Ji bo qurbaniyan li Baxçeyê Navenda Çanda Amara bernameya bîranînê hat lidarxistin. Bername bi pêşengiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê de hat lidarxistin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk, nûnerên rêxistinên sivîl, rêxistinên hiqûqê û partiyên siyasî û gelek kes tev li bîranînê bûn. Girse li ber avahiya HDP’a Pirsûsê kom bû û heta Navenda Çandê ya Amara meş li dar xist. Di meşê de dirûşmeyên hesabxwestinê û “Şehîdên Pirsûsê nemirin” hatin berzkirin. Wêneyên qurbaniyên hatin hildan.

Ji bo hemû qurbaniyan û cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêz hat girtin.

‘Xwestin xeyalên me nîvco bihêlin’

Endama SGDF’ê Senem Nûr Pektaş di bîranînê de axivî û got: “8 sal berê em li vir kom bûn. Me got em ê Kobanê bi hev re ava bikin. Bi awayek hovane hevalên me qetil kirin. Xwestin xeyalên me nîvco bihêlin. Lê bi qetilkirin û komkujiyê nikaribûn vê xeyalê asteng bikin. 8 sal şûn ve dîsa em ji bo netewa Kurd azadiyê dixwazin. Xeyalên hevrêyên me bû xeyalên bi milyonan kesan. Ji bo Pirsûsê têkoşîna edaletê berdewam dike. Xwestin xeyalên hevrêyên me di vî baxçeyî de binax bikin, lê xwe xapandin. Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin. Em ê di çemê azadiyê de bi hev re biherikin.”

Ji birîndarên komkujiyê Soner Çîçek jî wiha axivî: “Xwestin xeyalên me li vir binax bikin. Lê belê xeyal û fikrên me li vir şîn bûn. 33 rêwiyên azadiyê ji bo piştevaniya Şoreşa Rojava bikin, li vir kom bûn. Şoreş didome. Em ê heta dawiyê şoreşê biparêzin. Wek 33 hevrêyên me. Piştî komkujiyê bêedaletî tişta herî giran e. Ev bêedaletî didome. Mirovan nikare bijimêre jî. Malbata Şenyaşar îro li Pirsûsê ji bo edaletê têdikoşe. Têkoşîna malbatê têkoşîna me ye. Em ê her ji bo pêkanîna xeyalên hevrêyên xwe li vir bin.”

Ji dêvila kujeran malbat tên darizandin’

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar jî wiha got: “Hê jî birînên me xwîn dibin. Di ser re 8 sal derbas bûn lê hê jî kujer nehatine darizandin. Ne faîl û kujer lê malbat tên darizandin. Dayika Besne ji bo bîranîna keça xwe hat girtin. Ji bo malbata Şenyaşar jî ji bo malbatên Pirsûsê jî edalet.”

Yasemîn Boyraz a ku dayika wê Nazegul Boyraz di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Piştî qetlîamê polîsan êrişî me kir. Ev der di navbera du qereqolan de ye. Îro polîsên ku me dorpêç dikin û lêgerîna li ser me pêk tînin, ew roj ser endamên DAİŞ’ê lêgerîn nekirin. Qurbaniyan qisûrdar dîtin. Piştî qetlîamê Abdullah Omer Aslan bi destê polîsan hat berdan. Tevî her tiştî jî em li vir û em ê her qurbaniyên xwe bi bîr bînin.”

‘8 sal in faîlên esas nehatine dîtin’

Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, rêveberê Odeya Bijîşkan ê Rihayê Kemal Yuksekyayla komkujî bi bîr xist û anî ziman ku 8 sal in faîlên esas nehatine dîtin. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî wiha got: “Me nekarî 33 ciwanên xwe biparêzin, DAİŞ’a hov komkujiyek kir. Em sond dixwin ku her kesên wê demê polîtîkayên DAİŞ’ê araste dikirin wê bên darizandin, heta ku em vê bikin em ê têbikoşin. Ev soza me ya ji bo 33 kesan e. Em ê heta dawiyê têkoşîna edaletê bişopînin. Me nekarî wan biparêzin lê em ê ji bo wan edaletê bînin.”

Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên “Ji bo Pirsûsê edalet ji bo herkesê edalet” bi dawî bû. Pişt re hate xwestin ku serdana gorên Kasim Deprem û Osman Çîçek ên li Goristana Asrî ya Pirsûsê bê kirin. Lê serdana goristanê bi gotina polîsan “ev der perestgeh e li vir tu çalakî nayên kirin” hate astengkirin. Girseya ku bertek nîşanî astengkirinê dan li ber deriyê goristanê daxuyanî dan çapemeniyê.

Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş ê li vir axivî wiha got: “Ciwan bi nemerdane hatin qetilkirin. Serdana goristanê jî qedexe ye. Banga me li Serokwezîrê Demê Ahmet Davûtoglû ye; were nebe şirîkê vî sûcî. Hema bêje lîstikek tê lîstin, kursiya bersûcan 8 sal in vala ye. Astengkirin helwesteke kêfî ye.”

Girseyê astengkirin di ketina goristanê de bi çalakiya rûniştinê şermezar kir.

Mûş

Ji bo Evrîm Denîz Erol, Medalî Barûtçû û Serhat Devrîm jî li Goristana Mûşê bîranînek hate lidarxistin. Gelek kes tev li bîranîna li ser gora Evrîm Denîz Erol bûn. Piştî rêzgirtinê nameya ku dayika Erol, Besna Erol a li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin şand hate xwendin.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mûşê Sumeyye Boz jî wiha got: “Kujerên rêwiyên xeyalan her roj destên xwe dihejînin û digerin. Tevî bultena sor a derbarê wan de tê derxistin jî li nexweşxaneyan tedawî dibin û têkildarî vê tu kirarî nayên kirin. Ev jî dide nîşandan ku têkildarî darizandina wan tu lêpirsîneke bi bandor nayê bi rê ve birin. Kujer destên xwe dihejînin û digerin malbat û hevalên rêwiyên xeyalan tên girtin. Ev komkujî sûcê li dijî civak û gel hatiye kirine divê sûcdar bên aşkerekirin.”

Amed

Veysel Ozdemîr ê qurbaniyê komkujiyê jî li Goristana Yenîkoya Amedê li ser gora xwe hat bibîranîn. Parlamenter û rêveberên partiyên siyasî tev li bîranînê bûn. Endama Desteya Rêvebera Navendî ya Meclisên Jinên Sosyalîst Satiye Ok diyar kir ku 8 sal in ew li azadî û edaletê digerin û wê xeyalên nîvcomayî yên qurbaniyan pêk bînin.

Endamê SGDF’ê Serhat Eren jî got: “Em ê soza xwe ya ji bo şehîdên şoreşê ya azadî û edaletê pêk bînin.”

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya jî axivî û da zanîn ku faîl ne kesek e û gelek kes li pişt faîlan hene û wê ji bo edaletê têbikoşin.

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. Piştî axaftinan girse çû ser gora Ozdemîr. Hat zanîn ku Ozdemîr di roja rojbûna xwe de di komkujiyê de hatiye qetilkirin û bi vê wesîleyê pasteyê rojbûnê li ser gorê hat birîn.

Bernameya bîranînê ya li Amedê li ser gora Nazli Akturk a li taxa 450 Evlerê berdewam kir û girseyê qerenfîl danî ser gora Akturk.

Dêrsim

Ji bo qurbaniyê komkujiyê Çagdaş Aydin jî li gundê Çaxperî yê bi ser navçeya navçeya Pulura Dêrsimê ve li ser gorê bîranîn hat lidarxistin. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Hevserokê HDP’a Dêrsimê Ferhat Yildiz got ew ê xeyalên qurbaniyan nîvco nehêlin.

Fetî Aydin li ser gora lawê xwe axivî û destnîşan kir ku 8 sal in ew li edaletê digerin û li pey komkujiyê ne du sê kes in û heta ku faîlên rastî bên dîtin wê têkoşîna xwe bidomînin.

Girseyê qerenfîl danî ser gora Aydin.

Wan

Yûnûs Emre Şen ê hate qetilkirin li ser gora xwe ya li Goristana Yenî Mahalle ya li Wanê hate bibîranîn. Malbata Şen û gelek kes tev li bîranîna di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) hate lidarxistin bûn.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Zulkuf Ûçar ê di bîranînê de axivî, wiha got: “Yûnûs Emre jî bi 32 hevalên xwe re xwestibû ku ji zarokên Kobanê yên mexdûr re hêviyê bibin. Lê ji aliyê dijminên mirovahiyê re li Pirsûsê hatin qetilkirin. Niha faîlên wan hêj di nava me de digerin. Beriya du rojan ciwanên ku xwestin Komkujiya Pirsûsê bê ronîkirin û faîl bên darizandin hatin girtin. Em careke din 33 hevalên xwe yên ku xwestibûn hêviyê bibin Kobanê bi bîr tînin.”

Stenbol

Ji bo Hatîce Ezgî Sadet û Polen Unlu jî li Goristana İhlamûrkuyu ya li navçeya Umraniyeya Stenbolê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Dayika Sadet, Sunay Sadet anî ziman ku ji bo faîlên rastî bên dîtin têkoşîna wan wek malbatên Pirsûsê didome û heta ku edalet pêk were wê têkoşîna xwe pêk bînin û xeyalên zarokên xwe bînin.  Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Li Goristana Gazî ya li navçeya Sultangaziya Stenbolê jî bernameya bîranînê hat li darxistin. Ji bo cangoriyan rêz hat girtin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Çîçek Otlû axivî û got ew ê dest ji têkoşîna edaletê bernedin û ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û xeyalên qurbaniyên xwe pêk bînin.  Qerenfîl danîn ser gorên qurbaniyan û bîranîn bi dawî bû.

Hatay

Qurbaniyê komkujiyê Okan Pîrînç jî li ser gora xwe ya li goristanek li Antakyaya Hatayê hat bibîranîn. Malbata Pîrînç û gelek kes tev li bîranînê bûn. Heta ser gora Pîrînç meş hat lidarxistin û dirûşm hatin berzkirin. Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce axivî û anî ziman ku ew ê ji bo xeyalên qurbaniyan li her deverê têbikoşin.

Nûray Pîrînç jî spasiya kesên beşdarî bîranîna lawê wê bûne kir û tişta herî bi nirx ji wan re ew e ku lawê wê neyê jibîrkirin.

Mêrdîn

Qurbaniyên komkujiyê Emrullah Akhamur û Mûrat Yurtgul jî ji Qoserê bûn û li Goristana Taxa Turgut Ozal li kêleka hev hatibûn veşartin. Li ser gora qurbaniyan bîranîn hat lidarxistin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Mêrdînê û rêveberên HDP’ê, DBP’ê û gelek kes tev li bîranînê bûn û ji bo qurbaniyan rêz hat girtin.

Apê Mûrat Yurtgul, Yusuf Yurtgul di bîranînê de axivî û behsa pêvajoya ku ber bi qetlîamê ve û di dadgehê de qewimî ye kir û xwest her kesê ku berpirsiyariya wan di komkujiyê de hene bên cezakirin.

Parlamenter George Aslan jî diyar kir ku ew ê li ser rêya têkoşîna qurbaniyên Pirsûsê bin û her li cem malbatan bo edaletê têbikoşin. Parlamenter Kamûran Tanhan jî bertek nîşanî polîsan da û got polîsên ku ew roj ji komkujiyê re nebûn asteng îro wan dorpêç kirine. Tanhan anî ziman ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komkujiya Pirsûsê destpêka konsepta şer e û got heta ku edalet pêk were û aştiyê bînin ser vê axê wê têkoşîna wan li dijî şer bidome.

Şemsa Yurtgul jî da zanîn ku ji bo lawê xwe û hemû qurbaniyan 8 sal in li daxwaza wan edaletê nehatiye qebûlkirin û li tu devera dinyayê zilmek wiha nîne.

Girseyê qerenfîl danîn ser gora her du qurbaniyan û dirûşmaye “Şehîd namirin” berz kir.