spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sendîkayên navneteweyî wê ji bo tecrîdê daxuyaniyê bidin

Sendîkayên ku di qada navneteweyî de di bin navê "Kampanyaya Sendîkaya Azadî ji Bo Ocalan" de xebatan dimeşînin, wê di 26 'ê tîrmehê de civîneke çapemeniyê li dar bixin û doza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikin.

Tecrîda ku ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve li Girava Îmraliyê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin, bi israr didome. Tevî hemû hewldanên ku ji aliyê kurdan û rêxistinên hiqûqî ve tê meşandin jî desthilata AKP-MHP’ê ve paşde gav navêjin. Ji ber vê helwesta wan faşîzane her ku diçe tecrîda li dijî Abdullah Ocalan li qada navneteweyî jî dibe rojev. Di vê çarçoveyê de sendîkayên navneteweyî biryar dan ku ji bo tecrîdê daxuyaniyekê bidin.

Li gorî daxuyaniya rêveberên sendîkayan Christine Blower û Sîmon Dubbins, komek nûnerên sendîkayan ji bo fikarên xwe yên li ser tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan par ve bikin, wê di 26’ê tîrmehê de li Parlamenta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê civîneke çapemeniyê li dar bixin.

Di daxuyaniya Blower û Dubbins de hat ev nirxandin hat kirin: “Birêz Ocalan 24 sal in li Tirkiyeyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û ev 2 sal in destûr nayê dayîn parêzer û malbata wî hevdîtinê pêk bînin û agahî der barê rewşa wî de bigirin. Di rewşa heyî de nayê zanîn ku ew sax e û rewşa wî başe yan na. Niha fikarên pir cidî li ser jiyan û başbûna wî hene.”

Nûnerên sendîkayan, diyar kirin ku ji ber Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê agahiyek têrker nedaye raya giştî û ev yek bûye sedema ku fikarên wan zêde bibe û ev tişt gotin: “Em ê di civîna çapemeniyê de destnîşan bikin ku rêxistinên mafên mirovan, Konseya Ewropayê û hikûmetên Ewropayê ji ber bêdengiya xwe ya li hember vê rewşa binpêkirinê mane, bûne hevkarên vê binpêkirina mafên bingehîn ên mirovî.”

Sendîkayên ku wê nûnerên wan tev li vê daxuyaniyê bibin nav û welatên wan wiha ne: “

Simon Dubbins, Unite the Union (UNITE) (Îngîltere)

Barones Christine Blower (Îngîltere)

Antonio Amoroso, Yekîtiya Gel a CUB (Îtalya)

Michela Arricale, parêzer CRED (Ji bo Demokrasiyê Navenda Lêkolîn û Xebitîn) (Îtalya)

Amedeo-Ciactalya, Roma-Îtalya Vlll. Serokê Şaredariya (Îtalya)

Saverio Nonno, Serokê Şaredariya Fossalto (Îtalya)

Laura De Bonfils, ARCI. (Îtalya)

Luigi De Magistris, Serokê berê şaredariya Napolî (Îtalya)

Vicente Jose Rekondo, Nûnerê LAB, Daniel Kopp, Endamê Sekretra PI’yê (Belçîka)

Roza Salîh, Endamê Meclîsa Glasgowê, (Skoçya)

Mike Arnott Serokê Kongreya Sendîkayên Skoçye (TUC) (Îngîltere).