Li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê ku ji çavkaniyên xwecihî girtiye, duh êvarê li Çarexerêya Kawa ya li navenda bajarê Efrînê di navbera çeteyên “Ehrar El Şam” û çeteyên “Sultan Suleyman Şah” ên Tirkmen ku wekî “El Emşat” tên nasîn şer derketiye û belavî Çarxerêya El Qeban bûye.
Li gorî agahiyan, di şer de ji herdu ailyan û ji sivîlan kuştî û birîndar çêbûne û rakirine Nexweşxaneya Efrînê.
Hat ragihandin ku çend saet piştî şerên dijwar, çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam (El Nusra berê)” destwerdan kiriye û serweriya xwe li cihên giştî û taxên bajêr ferz kiriye.
Hêjayî gotinê ye ku li Efrînê rewşa xirab a ewlehiyê, tevlîhevî û şerê komên çeteyên girêdayî dewleta tirk dewam dike. Li aliyê din sûcên qetilkirin, revandin, dizî û şelandin jî ji wan wan komên çekdar de bênavber didomin.