8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Iraqê 281 partî dê tev li hilbijartinên encûmena parêzgehan bibin

Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ragihand hikûmet bi israre ku hilbijartinên encûmenên parêzgehan di dema xwe de pêk were. Komîsyonê aşkere kir heta niha 281 partiyan ji bo tevlî hilbijartinê bibin, navê xwe tomar kirine.

Hikûmeta Iraqê 18’ê Kanûna 2023’yan wek roja hilbijartina encûmenên parêzgehan diyar kiriye. Her wiha di hemû aliyan de piştgiriya xwe ji komîsyona hilbijartinê re jî diyarkiriye.

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinên Iraqê Îmad Cemîl di daxuyaniyek ji bo çapemeniyê de ragihand ku di civîna dawî ya serokwezîr a li gel komîsyona hilbijartinê de teqezî li ser wê yekê hat kirin ku wê hilbijartin di dema hatî diyarkirin de (18’ê Kanûnê) de were lidarxistin.

Îmad Cemîl diyar kir ku mafê 15 milyon kesan yê dengdanê heye û dikarin tev li hilbijartinê bibin. Her wiha diyar kir ku 270 partiyan ji bo tevlî hilbijartinê bibin navên xwe tomar kirine. Îmad got, komîsyonê destur da 11 partiyên nû û bi vê re hejmara partiyan gihişt 281 partiyan. Her wiha diyar kir ku heşt partiyên din jî karûbarên xwe temam kirine û wê di rojên pêş de destûra wan were dayîn.