18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çapemeniya azad dê heqîqetê binivîse

Bi pêşengiya rojnamegerên jin komek rojnameger ji bo rojnamegerên girtî daxuyanî dan. Rojnamegerên jin diyar kirin ku dê çapemeniya azad heqîqetê binivîse û gotin: “Zirar bigihêje porê hevalên me berpirsê wê rêveberiya girtîgeha jinan a Bakirkoyê ye.”

Komek rojnameger bi pêşengiya rojnamegerên jin, li Stenbolê ji bo rojnamegera girtî Solîn Dal ku lêgerîna tazî lê hatibû kirin û rojnemegerên din yên girtî li Qada Şîşhaneyê bi wesîleya 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê daxuyanî dan.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat(DFG), gelek rojnameger, Dayika Nobeta Edeletê Fînce Akman, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê(DEM Partî) Ozgul Sakî û Cengîz Çîçek, Dayikên Aştiyê, Jin Bihevre xurtin (KBG), Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestîn (KCDP), seroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî tevli bû. Nuda Arica bi kurdî û Serpîl Unal jî bi tirkî daxuyanî xwendin.

‘Ne rojnameger divê yên lêgerîna tazî kirine bên darizandin

Nûda Arica balkişand ser binpêkirinên mafan yên ku Esrayê jiyaye  wiha got: “ Di 23’yê Nîsanê de polîsan bi ser malan de girtin û yek jê nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solin Dal 3 rojnameger hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê lêgerîna tazî li ser Esra Solin Dal hat ferzkirin. Li gor agahiyên parêzer, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan Eren Keskin a çû serdana Esra Solin binpêkirina mafan bi vê yekê ne sînordar e. Roja ewil av nedan hevala me ya rojnameger, tenê perçeyeke nan danê. Bi zaneyî ew birçî hiştin. Her wiha mafê xwe yê hewadarkirinê jî nikaribû bi kar bîne. Em vê yekê qebûl nakin!

Xebatkarên çapemeniya azad ên têkoşîna heqîqetê didin, di hedefa desthilatdariyê de ne. Gelek xebatkarên çapemeniya azad ji ber êrişên sîstematîk di girtîgehan de ne. Lê belê dîsa jî ew di nava her şert û mercî de karê xwe yê rojnamegeriyê didomînin. Em wekî rojnamegeran dev ji têkoşîna heqîqetê û parastina azadiya çapemeniyê bernadin. Ew ê çapemeniya azad di nava her şert û mercî de berdêlê bide û tariya li vî welatî ronî bike. Ew ê girtin, zext û lêgerîna tazî gavê bi me paş nede avêtin. Tiştên hatine kirin sûc e, li dijî mafê mirovan e. Em deşîfre dikin ! Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê îşkence heye. Divê ne rojnameger kesên îşkenceyê li rojnamegeran dikin bên cezakirin. Em didin bibîrxistin ! Ne rojnamegerî lêgerîna tazî sûc e. Divê ne rojnameger divê kesên lêgerîna tazî dikin bên darizandin.”

‘Şertên pêdivî pê hebû pêk nehatiye’

Nûda Arica di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “AYM’ê di 2’yê Gulanê de di serlêdana jineke lêgerîna tazî lê hat ferzkirin de biryara, “binpêkirina mafê parastina hebûna manewî û maddî ya kes” da. Sekretera Lijneya Şêwirmendiya Şaxa Odeya Endezyaran a Buyukkent a Stenbolê ÇED, Mucella Yapici ji bo ferzkirina lêgerîna tazî ya li ser xwe û keça xwe Cansu Yapici gilî kiribû û di dozê de sê polîs ji ber îşkence û ferzkirina lêgerîna tazî tên darizandin. Dadgeriya Înfazê ya Kocaeliyê cezayê dîsîplînê yên ji bo parêzeran li dijî lêgerîna tazî li berxwe dabûn, hatibû dayin red kir. Dadger Atilla Dari, cezayê dîsîplînê yên îdareya girtîgehê dabû li dijî hiqûqê dît, biryar da ku ji bo ceza şertên pêdivî pê hene pêk nehatiye.

‘Em ê deşîfrekirina binpêkirinan bidomînin’

Nûda Arica daxuyakirin wê deşîfrekirina binpêkirina mafan bidomînin û ev tişt anî ziman: “Ji Komeleya Hiqûqnasên Nûjen, Gokmen Yeşil, agahiyên têkildarî “lêgerîna tazî” zagonîye yan ne zagonî ye wiha da; Li navendên çavdêriyê yên mîna qereqol û muduriyeta emniyetê lêgerîna tazî li ser kesên gumanbar an jî kesên girtî, hukumxwar û kesên tên serdana xizmên xwe yên girtî, tê ferzkirin. Di zagona Wezîfeya Polis û Selahiyetê (PVSK) de, di Zagona Muhakemeya Ceza (CMK) de derbarê lêgerîna tazî de, bikeyskirinek tune ye. Ferzkirina lêgerîna tazî ne ji ber pêdiviya ewlehiyê ye, ji bo hakîmiyeta li ser gumandar, bersûc, girtî, hukumxwar û kesên tên serdana xizmên xwe yên girtî, lêgerîna tazî tê kirin.

‘Esra ne bi tenê ye’

Nûda Arica wiha dawî lê anî:  Em careke din bi bîr dixin ! Em dibêjin ferzkirina lêgerîna tazî ya li ser hevala me ya rojnameger Esra Solin Dal a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê sûc e. Em vêya dibînin, dizanin û deşîfre dikin. Em ji bîr nakin, nadin jibîrkirin ! Rojnemgerî ne sûc e, divê nebe mijara darizandinê. Sepanên rûmeta mirovan dişkîne, îşkenceya li mirovan sûc e, ev mijara darizandinê ye. Em bang dikin ! Em wekî rojnameger û wekî jin dibêjin heger zirarek li têlek porê hevala me bê berpirsê vê yekê rêveberiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ye.”

Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakî, Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û nûnera KBG’ê Selîn Top jî axivîn û bertekên xwe anîn ziman.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê