18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Min kir

Hecî Mirad

Welatiyekî, bi navê Elî ji alî polîsan ve hatibû binçavkirin. Ji ber îşkenceya dijwar Elî di lêpirsînê de li ber xwe nedabû. Ji bo pêşî li îşkenceyê bigire, ne tenê sûcdarî qebûlkiri bû, di heman demê de îftira jî davête xwe. Polîs jî ecêb mabû û di navberê de ji bo îftiraya nevêje xwe hêrsa xwe lê dianî. Lê Elî canê wî pir diêşiya û çi dihat ber devê wî ji xwe re digot û dibarand.

Lêpirsîn dîsa dest pê kirî bû.

Polîs: Berpirsyarê Bazîdê kî ye?

Elî: Ez im abê.

Polîs: Waa? Baş e te çi dikir?

Elî: Min ciwan dişandin çiyê.

Polîs: Te çend kes şandin çiyê?

Elî: Wele ez tam nizanim, bawerim 3-4 hezar heye.

Polîs: Bicehime lew!.. Ka li vî qewadî mêze ke!.. Wê demê vî Bazîd vala kiriye xebera me jê tune!.. Kuro şênber bêje, şênber. Tenê navê 3-4 kesan bêje bes e.

Elî: Abê bi xwedê ez nava bidim ez ê hemû nava bidim de, nav nayên bîra min.

Polîs: Çawa nayê bîra te tolaz, qet navek di bîra te de tuneye.

Elî: Kekê bi xwedê nayê bîra min.

Polîs: Kuro qewat tu henekên xwe bi min dikî? Tuyê hem berpirsyarê Bazîdê bî, hem jî navan nizanibî. Tu kê dixapînî!

Elî: Kekê bi xwedê nayê bîra min. Nan û quran xenîmê min be ez rast dibêjim.

Polîs: Temam, dirêj neke!.. Baş e kurê min, madem tu berpirsyarê Bazîdê yî, ka bêje, ev Qereqola Uluyolê kê da ber guleyan?

Eliyê belengaz ku derê dizanibû ku kê daye ber guleyan? Lê divê Elî navek jî bida û dîsa dest pê kir îftira avêtin xwe.

Elî: Abê wele min da ber guleyan.

Polîs: Waa, baş e te bi çi qereqol da ber guleyan?

Elî: Min bi topê qereqol gule baran kir.

Polîs: Waa!

Elî: Erê wele keko.

Polîs: Baş e, bi kîjan topê?

Elî: Ew topên bi teker hene ya, bi wê min lêda. Li çiyê anîbûn, min bi wê da ber topan.

Polîs: Ka bicehime îbne!.. Bi topê gulebaran dibe? Hem ew qereqol nedane ber topan. Bi keleşan gulebaran kirine.

Elî: Wê demê ew qereqol ne ya min daye ber topan e.

Wekî ku Elî ji ser hişê xwe çûbe, bi zorê sûcek li xwe bar dikir û digot: “Min qereqol daye ber topan.”

Polîs dît ku Elî îftirayan davêje xwe, sîlek li pişta stûyê wî da û wiha got:

Ka bicehime îbne!. Dibê ew qereqola ku min daye ber guleyan ne ew e. Evî hildin bibin. Di vî de tiştek nema. Îftirayan davêje xwe.

Başe ku Eliyê me bi wî awayî ji destê wan zaliman xelas bû. Gelek caran hin kesên ku wiha xwe li ber îşkenceyê nagirin mikurhatinên wiha ecêb dixin stûyê xwe û kesên lêpirsînê dikin tevî ku dizanin ne wiha ye jî dîsa wan dişînin zindanan û bi cezayên giran re rû bi rû dimînin.