20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd û Eskîlstuna, xîçek dîrok

Îca  vikingên ji bajarê ciran Strängnes, tên Tunayê û papaz dikujin. Hinek dibêjin papaz Eskil kafir bû loma jî ew kuştin. Hin dibêjin papaz zalim bû.  Hinên din jî dibêjin Eskil hem kafir bû û hem jî zalim...

Her çiqasî ne bajarê navendî be jî, çaxa mirov li Swêd navê herema Södermanaland hildide, raste rast bajarê Eskîlstûna tê bîra mirov. Bajar ji du gotinan navê xwe girtiyê; Eskil û Tuna.

Eskil papazek ingilîz e, Tuna jî li kêleka rûbara bajêr û peravên Melarên cihê bazara kirîn û firotinê bû.

Dem dema Vikingan e. Vikingan ji Xweda û xwedawendên ASA (ASA TRON) bahwer dikirin. Ji xeynî Destê Yezdan ê li parka bajêr, li peravê rûbarê jî Xwedayê Bruskê Tor, mikutê wî di dest de, li ereba xwe siware. Li şûna hespan nêrî di ber ereba wî de ne.

Îca  vikingên ji bajarê ciran Strängnes, tên Tunayê û papaz dikujin. Hinek dibêjin papaz Eskil kafir (ne ji ola wan) bû loma jî ew kuştin. Hin dibêjin papaz zalim bû.  Hinên din jî dibêjin Eskil hem kafir bû û hem jî zalim… Piştî swêdiyan ola xiristiyaniyê pejirand û pêve navê bajêr kirin Eskilstûna.

Serdem çaxê tunebûnê ye. Loma jî bi keştî û kelekên xwe ve, di ser derya û rûbaran re, viking heta bi warên dûr, çûna seferê. Seferên bazirganî, talan, kuştin û dagirkeriyê.

Çima kesek carna berlingê xwe nabîne, bala yekî naçê ser dorbera mirov? Li taxa ez lê dimînim, berî ku mirov li destê rastê berê xwe bide dibistana musikê (Balsta Musik Slåt) sê kêlên ji serdema vikingan çikandine.

Belkî yek ji van kêlan ya vikingekî ye ku heta bi Serhedê (bakurê Kurdistanê) çûye. Nizanim, lê tiştê ez dizanim, Rohat Alakom ê serhedî bi navê Svensk – kurdiska kontakter under tusen år (Di hundurê hezar salî de dan û standinên nav swêdî û kurdan) de, li pêwendiyên kurd û swêdiyan berfireh kolaye û weşana APEC ê jî sala 2000’an ev berhem çap kiriye.

Dîrok e, her roj xalên nû dikevin rojeva mirovan, beşên zanyarî yê bi ser mijarên nû vedibin ku zorê li dîtin û gotinên vala yên ku di nav xelkê de cih girtine, ser û binî hev dikin. Li Kurdistanê, li Girê Miraza û li Qarahanê, arkologan di encama kolanên xwe de, xal û asoyên nû pêşkêşî mirovan kirin. Her wiha zanyariya antropolojî, lêkolînen li ser şanê û zanistiya di derheqa DNA de, ramanên der barê çêbûn û pêşketina mîrovan û mirovatiyê ji binî ve guherîn. Di filmên dokumenter yê li ser vikingan ( biner SVT play) de tespît dibe ku toeriyên berê yên Ras Biologîska Instututet yên li ser nijadên mîrovan qisê qor in. Nijadperestan dikarîbûn rastiya Hîtler veşartina, lê zanistiya taze a DNA rê ji bêbextî, derew û çewtiyên nijatperestan re dijwartir kiriye.

Em cardin li mijara xwe vegerin.  Eskilstûna, berya kurdên salên 1980 î, ji gelek xelkên din re bûye war. Wa diyar e yên herî bêhtir navê xwe li tax û kolanên bajêr kolane, hesingerên elemanî ne. Nemaze havînan cih û xaniyên Rademackher Smediorna ji xelkê re pêşengeh in. Tevgera kirêkarî û sendîkayên bajêr li Vilsta, li nav daristanê bi park û peykeran, qedrekî bilind dane van hesingeran.

1856’an, çaxa  Swêd destpêkir bi rêya xeta trênê welêt bi hevdu re girêbide, lokomotiva yekemîn ya bi navê Prins Augost, şirketa ingiliz Beyer, peacock & co  saz kiriye. Dûra jî şirketa Eskilstûna Munktel dest bi berhema lokomotîva kiriye ku nimûneyek ji wan îro li Muzeya bajêr parastiye. Heger bê gotin ku yek ji bajarê endustrî yê Swêdê ev bajar e, wê ne şaş bit…

Bi pêşketina civatê û endustrî re bi taybetî bi du duyemîn şerê cîhanê ve, salên 1950,1960 û1970 yan, ji febrîqeyan re hêza kar pêwîst bû. Piraniya karkerên bêganê ji Finlandiya anîn. Hejmara  xilbeyên fînlandiyan li Eskilstûna rê daye ku dibistana perwerde ya bi fînî hebe.

Hebûna kurdan a li Eskilstûna ji salên 1980 yî wir de destpê kiriye. Ango piştî desthilatdariya melayên Îranê, derba leşkerî a Kenan Evren û dûra jî Enfal a Sadam Huseyin…

Ji seranserê Kurdistanê kurd li Eskilstûna dijîn. Piraniya wan ji başûrê Kurstanê ne. Ez bi xwe payiza sala 1986’an bûme nişteciyê bajêr. Ji sala 2001’an û virde îsal cardin li Eskilstûna vegeriyam. Ti tişt ne mîna berê ye. Berê li navenda bajêr lê îro bêhtir li navêndên bazirganan yên li dervî bajêr xelk yektir dibînin. Komela kurd li Eskilstûna çalak bû, kovara wê Ararat derdiket, bi çalakiyên xwe di pirsgirêkên sosyal û dozên siyasî de beşik ji jiyana bajêr bû. Dost û alîgirên tevgera azadîxwaz a kurdan ne kêm bûn.

Li Swêdê serdema buhabûnê, roj bi roj belav dibû. Guhertinên berbiçav ên jiyana aborî, mercên jiyanê nû, di bin navê Kapîtalîzma serbest de, zêdebûna sektora taybet û pêre jiyana buha, rê ji diyarde (fenomen) yên mîna bêkarî, nîjadperestî û jihevketina civakî re vekir. Kurdan jî ji vê kambaxîyê para xwe stand. Nostaljîya “li Eskilstûna Kurdistanek biçîk” û gazincên pêre… Polîtîka dewletê ku digot; “Bevara din kultur, jag bevarar min kultur!” ango tu çanda xwe biparêz, ez ê çanda xwe biparêzim! av li aşê xeta nostaljîk û şaş kir ku di nav kurdan de jî bi serkeve. Vê xeta nerast xelk ji hevdû, ji civatê dûrxist  û mecalên karîyarîst û kriminelan zêdetir kir.

Nerazîbûnek giştî, nemaze di nav xortan de diyar e. Bi radeya berxwedana ji bo nirxên mirovan, beşdariya di jiyana civakî ya polîtîk de, em ê karibin zora ezezitî, pêla postmodernîzme bibin û jiyanek wekhev û birûmet ava bikin.