18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konseya Federal a Swîsreyê: Tecrîd dermirovî ye

Konseya Federal a Swîsreyê bersiva pêşnûmepirsa têkildarî tecrîdê diyar kir ku tecrîd dermirovahî ye û îşkence ye.

Di 15’ê adara 2024’an bi pêşengiya Parlamentera Parlamentoya Federal a Swîsreyê Laûrence Fehlmann Rîelle, bi îmzeya hevpar a 12 parlamenteran têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û derbarê berpirsyariyên Swîsreyê, pêşnûpirsek pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê kir. Konseya Federal a Swîsreyê bersiva pêşnûmepirsê da. Di pêşnûmeya ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Swîsreyê ve hate bersivandin de, hat gotin ku Swîsre weke parçeyekî berpirsyariya pêşîgirtina li îşkenceyê, li seranserî cîhanê ji bo başkirina şert û mercên girtîbûnê hewldanê dike.

Wezaretê destnîşan kir ku li gorî saziyên mafên mirovan a navneteweyî, tecrîd dermivorî ye û rûmeta mirov biçûk dixe, hetta dikare weke êşkenceyekê jî bê nirxandin. Di dewama bersivê de ev tişt jî hat gotin: “Swîsre piştgiriyê dide xebatên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê û Tirkiyeyê teşwîq dike ku raporan biweşîne û pêşniyarên wê pêk bîne. Swîsre di diyaloga xwe ya bi Tirkiyeyê re de, mijarên mafên mirovan û hiqûqê jî dinirxîne. Di bin bunyeya Teşkîlata Ewlehiya Ewropa û Konseya Ewropayê de, Swîsre bi awayekî rêkûpêk berpirsyariyên Tirkiyeyê yên têkildarî hurmet nîşandana mafên mirovan û hiqûqê, li bîra wê dixe. Xwîsre di heman demê berpirsyariya Tirkiyeyê ya ji bo pêkanîna biryarên DMME’yê jî li bîra wê dixe.”