19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gula biharê

Guldexwîn/Şilêr li gelek deverên çiyayên bilind ên Kurdistanê şîn dibin. Di nav keskahiya xwezayê de bi rengên xwe yê sor û zer dest bi jiyaneke kurt dikin.

Guldexwîn an jî bi navê xwe yê din Şilêr, çîrokên mîtolojîk ên derbarê wan de hatine ziman çi dibe bila bibe bi xweşikiya xwe bala hemû mirovên xweza û kulîlkhezan dikişîne ser xwe. Her çiqas warê vê guldexwînê Colemêrg be jî di serî de li herêma Wan, Bedlîs, Sêrt, Amed, Dêrsim, Semsûr û gelek deverên din jî bi hatina biharê re digihêjin. Laleyên beralî yên parastî ku her ku hewa germ dibe şîn dibin, bala mêvanan dikşîne ser xwe.

Ev Guldexwîn ji ber germbûna hewayê li çiyayên bilind çê dibin. Di nav keskahiya xwezayê de bi rengên xwe yê sor û zer dest bi jiyaneke kurt dikin. Lewre bi temenê xwe yê kurt jî tê zanîn, dema ku şîn dibin bala gelê herêmê dikşîne ser. Guldexwîn bi xemilandina xwezayê re wêneyên wênekêşan jî dixemilîne. Guldexwîn ji bo danasîna herêmê xwedî cihekî girîng e. Welatiyên ku ji bo dîtina Guldexwînan tên herêmê bi kişandina gelek wêneyan van kêliyan nemir dikin.