19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Stenbolê 38 kes hatin girtin

Di 1’ê Gulanê Roja Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê de li Saraçhane ya Stenbolê 65 kes hatibûn binçavkirin. Ji 65 kesan 38 kes hatin girtin.

Kedkar û karkeran bi minasebeta 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê xwestibûn li Taksîmê mîtîngê li dar bixin. Lê pêşiya karkeran hatibû girtin. Karker û kedkaran li Saraçhaneyê çalakî li dar xistibûn û 65 kes hatibûn binçavkirin. Piştî kontrola tenduristiyê anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Ji binçavkiriyan 52 jê bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan”, “propagandaya rêxistinê” û “ji bo peywira cemaweriyê nede kirin li ber xwe da” û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 13 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Dadgehê ji bo 38 kesan biryara girtinê da û 14 kes jî bi şertê kontrola edlî berdan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê