4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çar sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye

Çalakiyên malbatên girtiyên nexweş li Amed, Wan û Stenbolê didomin. Malbatên girtiyên nexweşan li Baroya Amedê 89 roj in çalakiya Nobeda Edaletê li dar dixin. Malbat her roj ji bo nexweşên girtî û  girtiyên cezayên wan hatine înfaz kirin bên berdan daxwazên xwe tînin ziman. Yek ji van malbatan Hasîne Guler e.

Hasîne Guler a 74 salî li navçeya Çinarê ji dayîk bû ye. Hevjîn û kurekî Hasîna Guler girtî ne. Guler anî ziman ku hevjînê wê Siddik Guler 84 salî ye û wiha got: “Siddik li Bismîlê hat girtin û 4 sal di girtîgehê de ma. Piştî 4 salan derket û piştî demekê dîsa hat girtin. 26 sal in girtî ye. Heta niha gelek girtîgeh guhartin. Niha li Girtîgeha Îskenderûnê ye.”

Guler destnîşan kir ku cezayê muebetê li hevjînê wê hatiye birîn û wiha axivî: “Di 26 salan de gelek girtîgeh guhertin. Ewilî li Girtîgeha Amedê hat girtin û piştre ew şandin Yozgat, Aydin, Sêrt û Mîdyadê. Piştî Mîdyadê hat berdan û 4 sal li derve ma. Piştî 4 salan careke din girtin û ew şandin Girtîgeha Amedê û piştre şandin Girtîgeha Dîlokê. Ji bo wî bînin Girtîgeha Amedê me 2 caran daxwazname da. Lê li şûna wî bînin Amedê şandin Girtîgeha Îskenderûnê.”

3 caran anjioy bû

Guler bal kişand ser nexweşiyên Siddik Guler û wiha domand: “Hemû nexweşiyên wî li girtigehan çêbûn. 3 car ji dilê xwe anjiyo bû.  Li gel nexweşiya dil, nexweşiyên tansiyon, romatîzma û nexweşiyên din hene. Bijîşk ropara ‘Nikare di girtîgehê de bimîne’ dayê. Lê rapor hat redkirin. Piştî ew anîn girtîgehê 3 mehan di qarantînayê de hiştin. Niha bi 2 hevalên xwe re dimîne.”

Çar sal in kurê xwe nedîtiye

Guler bal kişand ser kurê xwe yê girtî jî û wiha got: “Kurê min Habîb Guler ê 30 salî li Heskîfê hêj 17 salî bû hat girtin. Niha di Girtîgeha Kandirayê de ye. Cezayê muebetê lê birîne. 4 sal in min kurê xwe nedîtiye. Hefteyê tenê 10 daqîqeyan em bi telefonê diaxivin.”