4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya: DYA’yê bi her awayî dixwaze şer derkeve

Piştî ku Amerîkayê bang li welatiyên xwe kir ku ji Ukraynayê derkevin û leşkerên xwe şandin Polonyayê, Rûsyayê nerazîbûna xwe ji van tevgerên DYA’yê anî ziman.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zagarova derbarê şandina 3 hezar leşkerên DYA’yê bo Polandayê de wiha got: “  Amerîkayê bi her awayî dixwaze şer derkeve û hemû cîhan dibîne çawa empiryalîst armancên xwe yên siyasî û leşkerî bicih tînin.”  Zagarova di berdewamiya axaftina xwe de hewldanên gurkirina aloziyê ya ji alî DYA’yê ve tê kirin wiha nirxand û got: “ Xwesteka Qesra Spî ew e ku bi çi buhayî be bila bibe ew dixwaze şer gur bibe, lewre jî agahiyên çewt û bêbingeh belav dikin.”

Der barê mijarê de Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya DYA’yê Jake Sullivan jî  daxuyaniyeke wiha bi rojnamegeran re parvekiribû û gotibû: “ Dibe ku Rûsyayê di dema lîstikên Olimpyatê de êrîşî Ukraynayê bike.”

Li gorî Zagarova çapemeniya welatên Rojava û DYA’yê pêngaveke ji nûçeyên bêbingeh dane destpêkirin û dibêjin ku dê Rûsyayê destwerdana leşekrî bike, ji bo ku daxwazên Rûsyayê û pêşinyarên wê yên mafdar vala derxînin.”