4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cara duyemîn nameya rojnameger Ertaş ‘bixeter’ hate dîtin

Di 8’ê hezîranê de polisan li Amedê bi ser mal û cihê kar ê rojnamegeran de girtibû û Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya me Mehmet Alî Ertaş jî di nav de 20 rojnamegerî binçav kiribûn. Piştî binçavkirina 8 rojan Ertaş û 15 hempîşeyên xwe hatibûn girtin.

Li girtîgehê zext li rojnamegeran tê kirin ku bi derve re têkilî deynin û rewşa xwe ji sazî û dezgehên çapameniyê re ragihînin. Hefteyek berê Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya me Ertaş ji hempîşeya xwe Eylem Akdag re nameyek nivîsandibû û nameya wî bi hinceta “rojnamevaniya xwe didomîne” ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi “bixeter” hatibû dîtin û hatibû desteserkirin.

Piştî hefteyeke nameyeke din a Ertaş ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat desteserkirin û “bixeter” hate dîtin. Nameya ku Ertaş xwest ji rojnamevan Huseyîn Aykol re bişîne hat desteserkirin. Weke sedem jî nameya Ertaş a têkildarî girtina wan a dijhiqûqî ku ji rojnamevan Aykol re şandiye hatiye nîşandan.