4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Guleryuz: Projeya HDP’ê ya çareseriyê heye

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 3’yê tîrmehê de bi şîara “Serkeftin a me ye” li Eywana Werzîşê ya Enqereyê 5’emîn Kongreya xwe ya Giştî ya Asayî li dar xist. Ji tevahiya bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi deh hezaran kes berê xwe dan Enqerê û tev li Kongreya HDP’ê bûn. Nûnerên gelek partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl, nivîskar û aktîvîst tev li coşa kongreyê bûn. Ji Rojhilata Navîn, Ewropa û Afrîkaya Bakûr jî gelek kes mêvanê kongreya HDP’ê bûn.

Di kongreyê de hevserok nehatin guhertin û careke din ji bo hevserokatiya HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar hatin hilbijartin. Ji bilî vê di kongreyê de ji bo serdema nû di lijne û meclisa partiyê de guhertin pêk hatin. Di vê pêvajoya ku li Tirkiyeyê krîzên aborî, siyasî û civakî hene de HDP’ê di kongreya xwe de peyamên çareseriyê û xurtkirina xeta 3’yemîn da.

Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Mahfûz Guleryuz, der barê kongreya ku li dar xistin û bernameya partiya wan a pêşerojê de ji rojnameya me re axivî û peyamên girîng dan. Mahfûz Guleryuz, diyar kir ku kongreya wan bi her awayî serkeftî derbas bûye û wiha got: “Di nava şert û mercên pir dijwar de me kongreya xwe pêk anî. Coş û tevlêbûna kongreyê ji her hêlê ve pir serkeftî bû. Peyamên hatin dayîn jî girîng in. Peyama herî sereke xurtkirina xeta 3’yemîn û tifaqa demokrasiyê bû. Di kongreyê de gelên Tirkiyeyê wêneyê çareseriyê û serkeftinê dan pêşberî me û hemû rayedarên Tirkiyeyê.”

Netew-dewlet ne çareserî ye

Guleryuz, bi lêv kir ku bi hebûna xeta 3’yemîn heviya gelan mezin dibe û ev tişt gotin: “Xeta 3’yemîn felsefeyek û nêrîneke nû ye. Pergala kapîtalîst û sosyalîzma pêkhatî ji bo pirsgirêkên cîhanê û civakê çareserî dernexistin holê. Polîtîkayên wan hem xweza hem jî nirxên civakê ji hev dixistin. Pergala netew-dewletê li her derê cihanê gelan bi krîzan re rû bi rû dihêle û ev pergal ji bo pirsgirêkan nebû çare, bû felaketa gelan. Bi milyonan mirov bi polîtîkayên vê pergalê hatin kuştin. Bi kurtasî ji bo pêşeroja gelên cîhanê hewceye ev pergal bê guhertin.”

‘Ev rê rêya çareseriyê ye’

Di berdewamê de Guleryuz, destnîşan kir ku Xeta 3’yemîn li ser redkirina pergala netew-dewletê xwe ava dike û ev nirxandin kir: “Desthilatdariya netew-dewletê û mêr; desthilatdariya li ser xweza û çînan red dike. Ji bo pirsgirêkên civaka kurd û hemû Rojhilata Navîn jî ev rê rêya çareseriyê ye. Ji ber vê yekê ev xet ji bo me xeta stratejîk e. Rêya çareseriya pirgirêkên me yên hezar salî ye. Di vê çarçoveyê de em pirsgirêkên Tirkiyeyê yên sedsale jî di nav vê xetê da nîqaş dikin. Ev nîqaş tenê nîqaşa tifaqa hilbijartinê nîne, nîqaşek felsefîk e. Ji bo hilbijartinê jî pîvana me ya sereke ye. Tifaq esasî li ser vê felsefeyê wê mezin bibe. Kongreya me ev îrade ji nû ve “erê” kir û ev xet bi awayekî serkeftî bi raya giştî re parve kir. Em bawerin ku her kes di pêşerojê de ew ê vê peyamê rast nîqaş bike.”

HDP pirsgirêkan rast nîqaş dike

Guleryuz, got ku li Tirkiyeyê atmosfereke nû û giran heye û wiha pêde çû: “Pergala sedsalî ya komarê bi her awayî xitimiye. Di serî de pirsgirêka kurd di hemû pirsgirêkên civakî de rizandin heye. Her diçe ev rewş kûr dibe. Felsefeya HDP’ê xwedî bingeheke kûr e û sedemên qeyranên Tirkiyeyê rast nîqaş dike. Lewre hedef û mexdûrên van qeyranan di rastiyê de HDP’î ne. Ji ber vê yekê projeyên çareseriyê jî di xeta HDP’ê de hene. HDP hem xwedî hêza çareseriyê ye hem jî xwedî vîn e. Vîna serkeftinê jî di kongra me de pir aşkera derket holê.”

Li dijî êrîşan amade ye!

Ji bo guhertinên ku pêkanîne jî Guleryuz, da zanîn ku di lijne û meclisa partiya xwe de hin guhertinan pêk anîne û der barê mijarê de ev nirxandin kir: “Di Lijneya Şêwirmendiyê de her beşên civakê cihê xwe girtine. Ev di heman demê de baweriya bi xeta 3’yemîn e. Meclisa Partiyê jî ji bo hemû pirsgirêkên civakî û sîyasî ji nû ve hate dîzaynkirin. Ez bawer im wê ev guhertin di pêşerojê de bibin bersiva dema nû. Ew ê hem zêde berpirsiyarî bigire hem jî ji demê borî mobîlîzetir be. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê tunekirina siyaseta HDP’ê daye ber xwe. Ev ji her alî ve diyar e. Em jî xebatên xwe li dijî vê rewşê organîze dikin. Ji ber vê yekê em li dijî hemû êrîşên muhtemel amadekariyên xwe dikin. Bi kurtasî gelê kurd ê aştixwaz bêalternatîf nîne. Hîlekariyên desthilatdaran pirin rast e, lê çareyên gelan û bersivên xeta serbixwe jî neqediyane. Em ê teqez bi serkevin.”