18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya dîsa gefa şerê nukleerî xwar

Berdevka fermî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zagarova îro bi daxuyaniyekê dîsa gefa şerekî nukleerî li welatên Rojava xwar. Zagarova da xuyakirin ku Washingtonû hevkarên wê sedemên sereke ên zêdebûna aloziya Ukraynayê ne. Li gorî Zagarova welatên Rojava û Amerîkayê bi tevlêbûna aloziya di navbera Rûsya û Ukraynayê de û radestkirina çekan bo Ukraynayê şer gurtir dikin û rê li ber şerekî dijwar vedikin.

Zagarova di daxuyaniya xwe de bal kişand ser ihtîmala derketina şerekî nukleerî û got ku ew dê bibe felaketeke mezin ji bo her kesî. Beriya çend rojan Cîgirê Serokê Konseya Ewlekariyê Demetry Medvid dabû xuyakirin ku ihtîmala derketina şerekî nukleerî heye.