4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çardaxa li ziyareta Dayika Fatma nayê tamîrkirin

Li Ziyareta Dayika Fatma ku ji bo baweriya gelê Dêrsîmê ev qas girînge lê Şaredariya Dêrsimê çardaxa ziyaretê ya hilweşiyaye, tamîr nake.

Ziyareta Dayika Fatma ku di navbera Dêrsim û Pulurê de ye, her sal bi hezaran mirov vê qadê ziyaret dikin û çira pêdixin. Ji ber ku ziyaretên jinan kêm in ji aliyê çanda elewiyan ve ev ziyaret pir girîng e. Ji bilî wê jî Dayika Fatma temsîla bereketê ye. Dayika Fatma ji bo jinên Dêrsimê, ji şexsiyeta herî girîng a baweriyê ye. Jinên Dêrsimê her sibê dema tav hiltê duaya “Ya ronahiya Dayika Fatma qenciya xwe ji ser zarokên me kêm nekî” dikin. Dayika Fatma ji bo Dêrsimiyan carinan weke hîvê ye carinan jî weke tavê ye.

Ji bo kesên ku diçin ziyaretê ji bo bînvedanê ji aliyê Akademiya Bawerî û Çanda Elewîtiyê (DAKAT) çardax hatine bicih kirin. Piştî demekê çardaxên bînvedanê ya ku ji aliyê DAKAT ve li ziyareta Dayika Fatma hatibû bicihkirin hilweşiya. Ji bilî runiştinê ji ber ku çardaxa hilweşiyaye dîmenên nexweş dertên pêş. Ev jî dibe sedema gazincên welatiyên ku ji bo baweriyên tên ziyaretê.

Li gel ku ziyaret li ber cemê Munzûrê ye û 3 kîlometre nêzî Dêrsimê ye jî, dîsa şaredarî vê rewşê nabîne û eleqeder nabe.