18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê cenazeyê Deniz Bulbun bibin Geverê

Nûnerê KNK’ê Denîz Bulbun ê li Hewlêrê di êrîşa li dijî nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê hate qetilkirin, ji bo ku bê veşartin ber bi Geverê ve hate oxirkirin

Cenazeyê Denîz Bulbun ê di 18’ê îlonê de di êrîşa li dijî nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li Hewlêrê de hate qetilkirin, serê vê sibê ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin. Ji bo Bulbun li Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê merasîma cenaze hate lidarxistin. Di merasîma ku gelek kes tev li bûn de dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin.

‘Deniz şehîdê hemû gelê welatparêz e’

Mamê Bulbun, Nadîr Bulbun ê di bîranînê de axivî wiha got: “Denîz ne tenê şehîdê me şehîdê hemû gelê welatparêz e. Denîz bi pênûsa xwe têdikoşiya û rê nîşan dida. Ne di destê wî de çekek ne jî tişteke din hebû. Denîz, zarokekî ezîz ê hemû gelê Kurdistanê bû û mirina wî dilê hemû gelê me birîndar kir. Ji bo bûyereke din a wiha neqewime em dixwazin faîlan bibînin. Werin em bibin yek û xiyanetkaran ji nava xwe derxînin.”

Cenaze dibin Geverê

Piştî merasîmê, cenazeyê Bulbun ji bo li navçeya Gever a Colemêrgê were veşartin hate oxirkirin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk û gelek kes di konvoya cenazeyî de cih girtin. Hate zanîn ku piştî cenazeyê Bulbun ji Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li navçeya Silopiya ya Şirnexê hate wergirtin dê li gundê Dêlezî bê veşartin.