19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tehran û Şamê tatbîqata leşkerî ya hevbeş dikin

Ajansa Tasnim a Îranê aşkera kir ku bi amadebûna Îsmaîl Qaanî hêzên Şamê û Îranê tatbîqatên leşkerî yên hevbeş pêk tînin.

Li gorî nûçeyeke ajansa Tasnim a Îranê fermandarê Feyleq El Qudis Îsmaîl Qaanî serdana Sûriyeyê kiriye, herêmên operasyonan şopandin û beşdarî tatbîqatên leşkerî yên hevbeş ên Tehran û hikumeta Şamê bû.

Ajansê destnîşan kir ku Îsmaîl Qaanî di serdana xwe de bi gelek berpirsên leşkerî, ewlehî û siyasetmedarên hikumeta Şamê re civiya û gelek herêmên operasyonan şopandin.

Li gorî ajansê, Qaanî beşdarî tatbîqatên leşkerî yên hevbeş ên Îran û Sûriyeyê bû û ew yek di çarçoveya sekna li dijî astengî, darbayên leşkerî û ewlehî li Sûriyeyê pêk hatin.