19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Lozanê çalakiya ‘Sefaretxaneya cîhaneke nû: Kurdistan’ tê lidarxistin

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ku Kurdistan di sala 1923’an de lê hate parçekirin, di navbera 23-24’ê Îlonê de wê bi navê ‘Sefaretiya cîhaneke nû: Kurdistan’ projeyeke siyasî û hunerî ji bo du rojan pêk were.

Di çarçoveya projeyê de ku ji aliyê Endama KNK’ê siyasetmedara Kurd Nîlufer Koç û hunermend Jonas Staal ve hate amadekirin, wê du rojan karê atolyeyê, fîlm, konser, panelên nîqaşê bêne lidarxistin. Yek ji şanoyên sereke yên Ewropayê Şanoya Lozan Vidy wê malovaniyê ji projeyê re bike û saziyên navneteweyî yên mîna Weqfa Mondrîaan û Progressîve Înternatîonal piştgiriyê didin.

Bi paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan wê cîhana nû bê nîqaşkirin

Bi paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê li ser mijarên demokrasiya bêdeng û çanda piştevaniyê siyasetmedar, hunermend û pispor di çalakiyên du rojan de li hev kom bibin. Ji çar beşên Kurdistanê û li qada navneteweyî wê fîgurên siyasî jî tevlî bibin.

Di çalakiyê de di şexsê Kurdistanê de wê sefaretxaneya demkî ya cîhaneke nû bê avakirin, wê bandora Peymana Lozanê ya li ser Kurdan û têkoşîna Kurdan a piştî peymanê ya ji bo xweserî û diyarkirina çarenûsa xwe bêne nîqaşkirin. Beşdar wê bi tecrûbeyên Kurdan fikrê xwe yê li ser cîhaneke paşerojê bînin ziman.

Yek ji mijarên rojeva bingehîn a çalakiyan wê hebûna sîstema li Rojava be ku bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate afirandin. Di çalakiyê de wê girîngiya têkoşîna Tevgera Jinên Kurd a li dijî netewe-dewletê jî bê nîqaşkirin.

Çalakî wê di navbera 23-24’ê Îlonê de li Şanoya Vidy a Lozanê pêk were.