19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 30 salî ji girtîgehê hat berdan banga yekitiyê kir

Ramazan Îldem ê 30 sal di girtîgehê ma serbest hat berdan. Îldem wiha got: "Em her roj zêdetir xwe bi rêxistin bikin. Em yekîtiya xwe ava bikin."

Ramazan Îldem di Tîrmeha 1993’an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat binçavkirin û girtin. Îldem li gel ku 30 sal cezayê xwe qedand û diviyabû di Tîrmehê de hatiba berdan, înfaza wî ji aliyê Desteya Îdareya Girtîgehê û Çavdêriyê (IGK) ve hat şewitandin. Îldem doh ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bafrayê serbest hat berdan. Îldem piştî hat berdan çû Stenbolê û serê sibehê bi balafirê hat Mêrdînê.

Girseya ku di nav wan de Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin, HDP, DBP jî di nav de, li ber Balafirgeha Mêrdînê Îldem pêşwazî kir.

Banga rêxistin û yekitiyê

Îldem xwest ku ev xêrhatin tenê li vir nemîne û wiha axivî: “Hêviya me ew e ku em ê her roj zêdetir xwe bi rêxistin bikin. Werin em yekîtiya xwe ava bikin. Zilm li derve û li girtîgehê jî heye. Hevalên me dema diçin nexweşxaneyê carinan neçar dimînin bê pêlav bimînin. Em hemû jî mîna Rêberê xwe di bin tecrîdê de ne. Ji bo vê jî em ji bo civaka xwe, ji bo rêxistinbûna xwe, ji bo têkoşîna xwe têkoşîna xwe bimeşînin û em hemû karê xwe bikin.”

Îldem piştre bi heyeta pê re çû mala dayika xwe ya li navçeya Qoserê ye.