6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di Doza Kobanê de li şûna berpirsiyaran HDP tê darizandin

Siyasetmedar Can Memîş ku ji Doza Kobanê negirtî tê darizandin diyar kir ku li şûna berpirsiyarên rasteqîn, HDP tê darizandin û wiha got: Ev doz veguheriye doza darizandina partiyekê.”

Rûniştina sêyemîn a danişîna 33’yemîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.

Siyasetmedarên girtî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di danişînê de amade bûn.

Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Danişînê bi parastina pêvek a siyasetmedarê negirtî Can Memîş berdewam kir.

‘Bila berpirsiyarên rastîn werin darizandin’

Memîş anî ziman ku ew ji ber xebatên partiyek siyasî tên darizandin û got: “Tu eleqeya vê dozê û van delîlan bi hiqûqê re nîne. Hûn min bi qeydiya endamtî û rêvebertiya partiyê sûcdar dikin. Ev nayê qebûlkirin. Divê di şûna me de berpirsiyar û sûcdarên esil bên darizandin. Lê mixabin di şûna berpirsiyarên esil de partiya me HDP’ê tê darizandin. Ev doz veguheriye doza darizandina partiyekê.”

Paşê jî parêzer Fîkret Îlkîz axivî û parastina miwekîlê xwe kir û xwest doz were redkirin û miwekîlê wî bê beraetkirin.

Piştî parastinan dadgehê biryara xwe eşkerek ir û danişînê taloqî 25’ê îlonê kir.